Şervanê QSD‘ê Ehmed Nebhan li Kobanê hate veşartin

Bi tevlîbûna bi sedan şêniyên bajarê Kobanê, hêzên leşkerî cenazeyê şervanê QSD‘ê Ehmed Nebhan li goristana Şehîd Dicle hate veşartin.

Bi sedan şêniyên bajarê Kobanê û hêzên leşkerî ji bo oxirkirina cenazeyê şervanê QSD‘ê Ehmed Nebhan "Aydil Qebê" yê ji gundê Qebê yê rojavayê Kobanê û dema li ser erka xwe bû şehî bibû, li goristana Şehîd Dicle hatin ba hev.

Merasîm bi deqeya rêzgirtin û torana leşkerî destpê kir. Ji fermandarên QSD‘ê Birûsk Mireweh axivî û got: "Divê serê me bi şehîdên me bilind bin, xwîna şehîdan me di bin ala QSD‘ê de kirin yek. Gelê me ji Kobanê, heta Dêrazor, Cizîrê û Efrînê destanên qehremaniyê nivîsandin û cîhan şahidê vê qehremanê ne. Me gelek fedekarî dan da ku peyamekê bidin cîhanê navaroka wê an jiyaneke bi rumet an jî em li ser xaka xwe ya pîroz bên definkirin da ku nifşên li pey me bi azadî bijîn ji ber ku teslîm nabin."

Endama Meclisa Malbatên Şehîdan a kantona Kobanê Emel Mustefa jî ev tişt got: "Civaka me ji xweliyê zindî bû, ji bo jiyaneke bi azad me gelek ciwan feda kirin, yê dijminahiya gelê me dike, bila li xwe vegere, em destwerdanên derve qebûl nakin, armanca me azadî û demokratîk e."

Piştî axaftinan nasnameya şehîd hate xwendin û radestî malbatê hate kirin.

Girseya gel, cenazeyê şehîd di nav dirûşme û tilîliyên dayikan spartin axê.

ANHA


Mijarên Din