Şervanê QSD‘ê Seqir li Tebqayê hate veşartin

Cenazeyê şervanê QSD‘ê Îbrahîm El-Îsa (Seqir) li Tebqayê  bi merasîmeke bi heybet hate veşartin.

Cenazeyê şervanê QSD‘ê Îbrahîm El-Îsa (Seqir) ê beriya du rojan dema li ser erka xwe bû li bajarokê Cirniyê yê bakur rojavayê Tebqayê şehîd bûbû bi merasîmeke girseyî ji aliyê sedan kesî ve li goristana şehîdan hate veşartin.

Girseya gel cenaze ji nexweşxaneya Wetanî ya Tebqayê wergirt û bi kerwanekê ber bi goristina şehîdan a li bajarokê Cirniyê yê bakur rojavayê Tebqayê ve ket rê.

Merasîmê bi toraneke leşkerî ji aliyê hêzên QSD`ê ve dest pê kir, paşê bi navê Meclisa Malbatên Şehîhan Emîne Ebdilrezaq, Hevserokê Meclisa Zagonsaz a Tebqayê Hamid Ebdilrehman El-Ferec û Fermandarê QSD`ê Ehmed El-Mehmûd axivîn û sersaxî ji malbata şehîd re xwestin.

Kesên axivîn soza şopandina rêya şehîdan heta pêkanîna armancên wan, nû kirin.

Meclisa Malbatên Şehîdan nasnameya şehîd xwendin û radestî malbata wî kirin.

Cenazeyê şehîd di nav dirûşmeyên dilsoziya bi şehîdan re hate veşartin.

(jo)

ANHA


Mijarên Din