Şervanekî ji hundirê Serêkaniyê: Em ê dijî dagirkeran li ber xwe bidin

Şervanekî QSD`ê diyar kir ku tevî êrîşên hovane li ser bajarê Serêkaniyê, ew ê parastina bajêr bikin.

Bajarê Serêkaniyê ji 3 aliyan rastî êrîşan tê, artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê ji taxa El-Hewarnê bakurê bajêr û li rojhlat herêma Sînayî û ji aliyê rojava li Til Helef êrîş dike.

Êrîş bi beşdarbûna hezaran leşkerên Tirk û çeteyan û bi bombebaranê pêk tê.

Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) tevî sivîlên ku beşdarî berxwedanê bûn dijî êrîşên dagirker û qirkirina ku artêşa Tirk a dagirker û çeteyan pêk tînin, parastinê dikin.

ANHA


Mijarên Din