Şervanekî Tirkmen: Ji bo ku axa xwe ji şovînîstan rizgar bikim, tevlî QSD’ê bûme

Şervanê Tirkmen Akif Reqa ku şervanê QSD’ê ye got: “Em di têkoşîna li dijî êrişên dewleta Tirk ên li ser herêmê, bi israr in. Ez bi tevlibûna xwe ya di nava têkoşîna li dijî artêşa Tirk a dagirker serbilind im. Ji bo ku axa xwe ji şovînîstan rizgar bikim, tevlî QSD’ê bûme."

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên  wê yên bermahiyên DAIŞ û Cebhet El- Nûsra, ji 9 Cotmeha 2019`an ve êrişî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dikin. Dagirkeran bajarê Serêkaniyê û Girê Spî dagir kirin û navçeya Eyn Îsayê jî ji van êrîşan ne bêpar e. Rojane komên çeteyan û artêşa Tirk êrişî navçeyê dikin.

Şervanên QSD`ê bi hemû pêkhateyên xwe ve li dijî planên dewleta Tirk û berfirehkirina dagirkeriyê liber xwe didin.

Şervanê Tirkmen Akif Reqa derbarê tevlibûna xwe ya ji nava refên QSD`ê de axivî  û got: “Ez ji ber zilm û kiryarên hovane yên ku çeteyên DAIŞ’ê bi serkêşiya dewleta Tirk pêk dianîn tevlî  QSD’ê bûme. Malbata min rastî zilma çeteyên DAIŞ’ê hatiye.”

Akif Reqa destnîşan kir ku kiryarên dewleta Tirk a dagirker heman kiryarên çeteyên DAIŞ`ê ne.

Akif Reqa ji bajarokê Hemam a Tirkmen ya kantona Girê Spî ye. Ji ber ku bavê wî dagirkeriya çeteyên DAIŞ’ê red kir, ew li ber çavê Akif qetil kirin.

Têkildarî kuştina bavê xwe Akif Reqa wiha axivî: “Bavê min ji çeteyan re got ku ne hun ê hesab ji ebdan bixwazin, rebekî me heye û ew ê hesab ji me bixwaze. Ji ber vê yekê çeteyan li pêşiya çavên şêniyên bajarokê Hemam gule li bavê min reşandin."

Akif Reqa di dawiya axaftina xwe de got: “Ji bo axa xwe ji dewleta Tirk a şovînîst ku piştgiriya DAIŞ’ê dike, rizgar bikim tevlî QSD’ê bûme. Ez bi vê yekê serbilind im.”

(eh)

ANHA


Mijarên Din