Şervanek YPJ: Îradeya me ji çekên wan bihêztir e

Şervana YPJ`ê diyar kir ku artêşa Tirk a dagirker armanc dike xaka Sûriyê parçe bike û got, şervanên YPJ`ê nahêlin planên dagirkeran pêk werin.

Şervanên QSD‘ê li dijî êrişên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê DAIŞ û Cebhet El-Nusra yên li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ku ev 32 roj in didomin, mafê parsatina rewa bi kar tînin û berxweneke leheng raber dikin.

Ji eniya şer a gundê Qasimiyê ya navçeya Til Temirê şervana YPJ`ê Stêrk Cûdî bersiva êrişên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê dide. Stêrk ji ajansa me re axivî û anî ziman ku ew bi moralekî bilind şerê dagirkeran dikin û planên wan vala derdixin.

 ‘Armanca dagirkeriya Tirk qirkirina pêkhateyên herêmê ye‘

Stêrk Cûdî di destpêka axaftina xwe de îşaret bi vê yekê kir ku armanca artêşa Tirk a dagirker ji êrişên li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê kir û wiha got: "Em wek şervan bersiva hemû êrişên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê didin, armanca dagirkeriya Tirkiyê parçekirina xaka Sûriyê û qirkirina pêkhateyên herêmê û talankirina mal û milk û destkeftiyên wê ku bi saya xwîna şehîdan pêk hatin e."

Stêrk Cûdî anî ziman ku artêşa Tirk a dagirker di êrişên xwe yên li dijî qadên sivîlan tevahî cûreyên çekên giran û balafiran bi kar tîne, lê li hemerî berxwenda şervanan pavekê pêş de naçin û got: "Ji ber îradeya me ji çek û balafirên wan bihêztir e."

Şervana YPJ‘ê Stêrk Cûdî daxuya kirin ku artêşa Tirk a dagirker komkujiyên herî qirêj derheqê pêkhateyên herêmê pêk tîne, didizin, talan dikin, demografiya herêmê hemû li herêmên ku dagir dikin diguherin.

‘Dê xeyala dagirkeriya Tirk û çeteyên wê têk biçe‘

Stêrk, destnîşan kir ku ew wek şervanên YPJ`ê dê hemû planên artêşa Tirk a dagirker têk bibin û wiha got: "Ji bo vî welatî em ê canê xwe bidin, em nahêlin têkeve buhistek ji xaka me."

Di dawiya axaftina xwe de Stêrk Cûdî bang li şêniyên herêmê kir ku li kêleka QSD`ê bisekinin û tev li hêzên leşkerî bibin û dagirker têk bibin.

(jo)

ANHA


Mijarên Din