Şervaneke Êzidî:Em li dijî polîtîkeya qirkirinê ya li dijî pêkhateyan têkoşîn dikin

Malbata şervana YPJ`ê ya êzidî Xwînda ku niha li Eyn Îsayê tola malbata xwe hiltîne, ji ber komkujiya dewlet Tirk a dagirker a sala 1934`an neçar bû ku koçberî Efrînê bibe. Xwînda dibêje herî zêde ew di nav rafên YPJ`ê de parastina nirxên xwe dike.

Di nav Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) de gelek pêkhatêyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê cih digirin. Li dijî dagirkerî, hişmendiya baviksalar gelek jinên ciwan tev li nava YPJ`ê bûn.

Şervana YPJ`ê ya êzidî Xwînda Şerzan yek ji wan jinan e ku bi tevlêbûna nava YPJ`ê parastina hebûna xwe dibîne. Xwînda tevî ew qas êriş li ser hebûn û çanda êzidiyan, dibejê herî zêde di nav rafên YPJ`ê de parastina nirxên xwe dike.

JI MÊRDÎNÊ BER BI EFRÎNÊ VE

Xwînda ji bajarê Mêrdînê yê Bakurê Kurdistanê ye. Di dema komkujiya dewleta Tirk a dagirker a sala 1934`an de, gelek xizmên wê hatin qetilkirin û malbata wê ji neçarî koçberî Efrîn û Şengalê bû. Rê û resmên xwe beriya dagirkirina dewleta Tirk a dagirker û çeteyên girêdayî wê bajarê Efrînê bi awayekî azad pêk dianîn.

Bi dagirkirina Efrînê re Xwînda û malbata wê dîsa neçarî koçberiyê dibin. Li dijî koçberiyê, komkujiyên ku li ser êzidiyan hat kirin û kîna li hember dagirkeran dihêle ku Xwînda biryara tevlêbûna nav refên YPJ’ê bide û niha jî li bajarê Eyn Îsayê çeperên pêş de cih digire.

‘DESTPÊKÊ OSMANÎ, PAŞÊ DAIŞ, NIHA JÎ DEWLETA TIRK’

Xwînda tekildarî komkujiyên ku li ser êzidiyan pêk hatin, dibejê: “Ew qas qetlîam ji bo tunekirina çanda êzidiyan pêk hat, lê tevî yekê jî armanca wan negihîşte serî û me çanda xwe berdewam kir.  Osmaniyan xwest hemû êzidiyan tune bikin, paşê DAIŞ’ê ku bi destê dewleta Tirk a dagirker derket hole, armanca wan jî tunekirina êzidiyan bû, niha jî dewleta Tirk a dagirker eşkere gelê êzidî û gelê herêmê dike hedef. Bi destê DAIŞ’ê bi hezaran êzidî hatin qetilkirin. Bi taybet jinên êzidî di komkujiyê de hatin hedefgirtin. Gelê me berê xwe da çiyayan lê dîsa jî dev ji civakbûna xwe berneda. Dîsa heman hovîtî li Efrînê ku bi hezaran koçber li wir bi cih bûbûn û di nav aramiyê de dijîn, pêk hat. Destpêkê dewleta Osmanî, paşê DAIŞ’ê, niha jî dewleta Tirk a dagirker bi heman hişmendiyê êriş dike. Armanca dagirkeran xerabkirina civakbûya êzidiyan û gelên herêmê ye. Ji bo tolhildana wan komkujiyan û pêşîlêgirtina li hemberî armancên dagirkeran heya dawiyê ez ê tê bikoşim.”

‘RÊ NADIN DAGIRKERAN KU QETLÎAMAN DUBARE BIKIN’

Osmaniyan ku ji komkujiyan têr nedibû, bi polîtîkayên qirêjî gelek êzidî, Suryan û Ermen bi darê zorê kirin misilman. Heman polîtîkayên dewleta Tirk a dagirker jî li ser pêkhateyan pêk anî. Bavê Xwînda jî  yek ji qurbaniyên vê polîtîkayê ye ku bi darê zorê ji aliyê dewleta Tirk ve bûye misilman, lê dayika wê êzidî ye. Li dijî vê polîtîkaya qirêjî Xwînda xwe hîn zêdetir di fikrên Zerdeşt de kûr kir.

Xwînda ji bo berxwedan û têkoşîna şervanên YPJ`ê li bajarê Eyn Îsayê dibejê: “Qetlîamên ku li ser gelan pêk hatin, êdî dubare nabe. Wek şervanên YPJ`ê heya dawiyê em ê li Eyn Îsayê li ber xwe bidin û rê nadin dagirkeran ku dîsa komkujiyan li ser gelê me pêk bînin.”

ANHA


Mijarên Din