Şervanên ji eşîra Agîdat: Tekane hêza li hemberî zilmê disekine QSD ye

Fermandar û şervanên Hêzên Sûriya Demokratîk ên ji êla Agîdat a li Dêrazorê gotin: “Ji bo ku em herêmên xwe ji çeteyan rizgar bikin, tevlî QSD’ê bûne. Hinek alî dixwazin  fitneyê bixin nava pêkhateyên herêmê. Em soz didin em ê li hemberî van hewldanan bisekinin.”

Piştî ku Hêzên Sûriya Demokratîk di 10`ê Cotmeha 2015`an de hat avakirin û şerê li dijî çeteyên DAIŞ’ê da destpêkirin, ciwanên pêkhateyên herêmê tevlî hêzê bûn.

Ciwanên êlên Ereb jî beşdarî nava hêzê bûn, yek ji wan êlan jî êla Agîdat e. Piraniya endamên vê êlê li rojhilatê gundewarê Dêrazorê dimînin. Di 2015`an de bi hezaran ciwanên êla Agidat beşdarî nava refên QSD`ê bûn û ji pêngava rizgarkirina bajarê Minbicê heta bigihêje bajarokê Baxozê yê li rojhilatê bajarê Dêrazorê, di pêngavên li dijî çeteyên DAIŞ`ê de cih girtin.

Di qonaxa dawî de gelek hewldanên belavkirina fîtneyê di navbera pêkhateyên herêmê de çêbûn.

Gelek aliyên dijberî herêmê rûspiyên êlan û kesayetên niştîmanî û civakî kirin hedef. Jê ya herî girîng di roja yekemîn a cejna Qurbanê de berdevkê fermî yê êla Agîdat Şêx Mitşer El-Hefel hate kuştin. Vê yekê tirs xist nava dilê şêniyên herêmê.

Li ser wê êlê ji Hêzên Ewlekariya Hundirîn û Hêzên Sûriya Demokratîk xwest ku deteyên bûyerê eşkere bikin û ewlehiya herêmê biparêzin. Lê xwepêşendanên aştiyane yên ku hatine lidarxistin, veguherîn tevlihevî û nuqteyên QSD û Hêzên Ewlekariya Hundirîn hatin hedefgirtin.

Têkildarî vê mijarê şervanên QSD`ê yên ji êla Agîdat nêrînên xwe ji ANHA`yê re parve kirin. Fermandarê Meclisa Leşkerî ya Dêrazorê Ebû Leys Xeşam behsa geşedanên dawî yên li herêmê kir.

Ebû Leys Xeşam ji bajarê Basîra ye û fermandarê yekemîn ê ku tev li Meclisa Leşkerî ya Dêrazorê bûye. Xeşam got: “Ciwanên êla Agîdat bi armanca rizgarkirina Dêrazorê û parastina gelê wê ji sûcên ku DAIŞ û rejîma Sûriyê, tevlî Meclisa Leşkerî ya Dêrazorê bûn. Ciwanên êlê û Dêrazorê di gelek şerên li dijî DAIŞ`ê de cihê xwe girtin. Di nav de pêngava rizgakirina Minbic, Reqa û heta bigihêje Baxoza  li rojhilatê Dêrazorê. Ciwanên Dêrazorê yên ji êlên cuda rolek erênî di rizgarkirina herêmê de ji çeteyên DAIŞ`ê lîstin.”

4 HEZAR Û 500 CIWANÊN ÊLA AGÎDAT TEVLÎ QSD’Ê BÛNE

Ebû Leys Xeşam diyar kir ku zêdetirî 4 hezar û 500 ciwanên êlê tevlî Meclisa Leşkerî ya Dêrazorê bûne. Em li bajarên Basîra, Hejîn, Sewr, Kesra, Mergede, Zeviyê Umer û gelek herêmên bi cih bûne.”

‘EM BAŞ DIZANIN KU ALIYÊN DERVE HEWL DIDIN LI HERÊMÊ FÎTNEYÊ ÇÊBIKIN’

Têkildarî geşedanên dawî yên li Dêrazorê Ebû Leys Xeşam got: “Şervanên Meclisa Leşkerî ya Dêrazorê û QSD`ê yên li herêma Dêrazorê baş dizanin ku aliyên derve hewl didin nakokiyan li herêmê derxînin û ewlehiya herêmê têk bibin. Her wiha dixwazin li herêmê nakokiyan di navbera eşîran û QSD`ê de derxînin.”

Ebû Leys wiha li axaftina zêde kir: "Em wek hêzên Meclisa Leşkerî ya Dêrazorê û QSD`ê em ê li dijî tevahiya hêzên hewldana derxistina nakokiyan û têkbirina ewlehiya herêmê dikin bisekinin."

‘DESTÊ REJÎMA SÛRIYÊ DI QETILKIRINA ŞÊXÊN LI HERÊMÊ DE HEYE’

Ebû Leys Xeşam da zanîn ku rûspiyên eşîrên li herêmê nûnertiya herêmê dikin, navbeynkariyê di navbera şêniyên eşîrên  li herêmê û QSD`ê de dikin û wiha got: “Lewma rejîma Sûriyê dixwaze nakokiyan di navbera gelên herêmê û QSD’ê de derxîne. Destê rejîmê di qetilkirina şêxên herêmê de hene.”

‘EM JI BO RAWESTANDINA ZILMÊ TEVLÎ QSD’Ê BÛN’

Şervanekî Meclisa Leşkerî ya Dêrazorê Mitesim Xeşam ku ji eşîra Agîdadê ye wiha got: “Ji ber ku çeteyên DAIŞ`ê û hêzên rejîma Sûriyê zilm li me dikirin, em beşdarî QSD’ê bûn. Ji ber ku tekane hêza li dijî zilmê şer dike QSD ye. Di heman demê de alîkariya şêniyên herêmê dike û parastina wan dike. Lewma dema em tevlî vê hêzê bûn armanca me ew bû ku parastina şêniyên herêmê bikin, dawî li zilmê bînin û herêmê rizgar bikin.”

"ŞERVANÊN QSD’Ê ZAROKÊN HERÊMÊ NE’

Mutesim Xeşam di berdewamiya axaftina xwe de ev yek got: "QSD û şervanên tev li nav vê hêzê bûne, zarokên herêmê ne. Ne ku ji derve hatine û tev li hêzê bûne. Lewma em ê rê nedin hêz û aliyên dijbertiya herêmê dikin ku nakokiyan di navbera eşîrên li herêmê û ciwanên wê de derxînin. Em ê bi tevahiya rêbazan li hemberî vê yekê bisekinin.”

‘DIVÊ HER KES JI TEVLÎHEVIYÊ DUR BIKEVE’

Şervanê bi navê Hayîl Hemûd ê ji eşîra Agîdad got: “Em bang li şêniyên herêmê dikin ku yekîtiya xwe ava bikin. Guh nedin îdeayên vala. Ji nakokiyên ku rejîma Sûriyê, çeteyên DAIŞ`ê û aliyên dijber dixwazin derxîxin dûr bikevin. Piştgiriya QSD`ê bikin û ewlehiya herêmê misoger bikin.”

ANHA


Mijarên Din