Piştî serhildana jinên li New Yorkê ya DYA`yê ya li dijî zêdebûna saetên kar û kêmbûna mûçeyan, roja 8`ê Adarê wekî Roja Jinan a Cîhanê hate diyarkirin û hemû jinên cîhanê vê rojê pîroz dikin.
Şervana Meclisa Leşkerî ya Minbicê Sema Rênas ji ajansa me re axivî û got, 8`ê Adarê cejna jinên cîhanê, çi leşkerî be û çi jî sivîl be ye, di heman demê de roja serhildana li dijî tundiya li ser jinan e da ku wekhevî di navbera mêr û jinan de çêbibe.
Sema destnîşan kir ku 8'ê Adarê ji bo hemû jinên li cîhanê roja berxwedan û serkeftinan e û rizgarkirina ji hişmendiya mêran a ku ji beriya hezarên salan ve jin pê re rû bi rû dimînin.
Sema Rênas di dawiya axaftina xwe de xîtabî cîhanê kir û got:"Em wekî şervanên jin amade ne li dijî her êrişeke li ser xaka me bisekinin û em ê hemû jinên ku di jiyana xwe de rastî tundiyê tên rizgar bikin."
Şervana bi navê Viyan Zagros jî axivî û ev xal rêz kirin:"Jin xwedî rol û maf e ku tev li hemû qadên leşkerî, siyasî, îdarî û wekî din bibe, da ku li gorî pêşveçûnan gavan biavêjin û wekhevî û adaletê di navbera her du zayendan de çêke."
Viyan Zagros diyar kir ku bi saya fikirê neteweya demokratîk jin ji hişmendiya mêran rizgar bû û di hemû qadên isbata hêz û jêhatîbûna xwe kir, bi hêz li dijî dijmin sekinî û li hemberî terorîstên ku di serî de ew kiribûn armanc serkeftin bi pêk anî.
Şervana bi navê Emîra Ehmed jî axivî û destnîşan kir ku roja 8`ê Adarê li hemû cîhanê roja serkeftina jinan e, jin li hemberî hişmendiya baviksalarî serkeftin qezenc kir û hêz û baweriya xwe isbat kir ku dikare hemû qadên jiyanê bi rê ve bibe û adalet û wekheviyê pêk bîne.
Emîra da zanîn ku erka rizgarkirina jinên ku hîn jî êşa bindestiyê û kapîtalîzmê dikişînin dikeve ser milên wan, da ku nêrîna xwe derbirîn bike û bikarin hemû qadên jiyanê siyasî, îdarî û leşkerî bi rê ve bibe.
Emîra Ehmed di dawiya gotina xwe de soza şopandina rêya şehîdên azadiyê yên ji avakirina civakeke exlaq û polîtîk canê xwe feda kirine, da.
(eh)
ANHA