Şervanên kevin: Hêzek ji derve me naparêz e

Ji destpêka şoreşê ve tev li refên parastinê bûn. Li piraniya eniyan li berxwe dan. Ev şervan teqez dikin ku parastina welat erkek e ji her ferdekî/ê tê xwestin û bang li tevahiya ciwanên ku çûne derveyî welêt kirin ku vegerin û welatê xwe biparêzin.

Şervan Ehmed El-Şêx, Mehêr Zahir, Rûdî Hebîb, Alageş Xandî û Fethiye El-Nayij ji şervanên yekemîn ên ku tev li YPG û YPJ`ê bûne. Ev  şervan tev li tevahiya eniyên şer li dijî Cebhet El-Nusra û çeteyên DAIŞ`ê bûne û herî dawîn li hember artêşa Tirk a dagirker. Parastina ax û welat li ser derketina ji welêt tercîh kirin. Serpêhatiyên xwe vedibêjin û teqez dikin ku YPG û YPJ`ê refên ciwanên tevahiya pêkhateyên herêmê ji Kurd, Ereb û Suryan kirin yek, herêm, rêgez û nirxên civakê parastin.

‘AX ŞEREF E Û PARASTINA WÊ SERFIRAZIYA HERÎ MEZIN E’

Şervan Ehmed El-Şêx ji pêkhateya Ereb e. Ji destpêka ragihandina damezirandina YPG`ê tev lê dibe. Li piraniya eniyên YPG`ê li hember Cebhet El-Nusra li ser herêmên Serêkaniyê, başûrê herêma Cizîrê û piştre li dijî DAIŞ`ê li berxwe dide. El-Şêx dibîne ku rêgeza parastina taybetmendiyek di her tiştekî de heye û got: "Heta gul bi rêya stiriyên xwe xwe diparêze. Axa me giyana me ye û em amade wê biparêzin."

El-Şêx bang li ciwanên ku derketine derveyî welêt kir ku vegerin ji ber ku gelên herêm rastî êrişên artêşa Tirk a dagirker tê û wiha domand: "Ax şeref e. parastina wê jî serfiraziya herî mezin e."

El-Şêx destnîşan kir ku ew li ser vê axê hatine dinê, divê wê û zarokên xwe biparêzin. Ev ax mîrasa pêşiyan e wê bidin zarokên xwe û wiha pê de çû: "Em li vir hatin dinê û em ê li vir jî şehîd bikevin."

Ehmed El-Şêx di dawiyê de bal kişand ser ku YPG`ê pêkhateyên herêmê ji Kurd, Ereb û Suryan kirin yek û got: "Em bi hev re ji heman nanî çêja wê çi dibe bila bibe dixwin. Doza me yek e. Axa me yek e. Ev ax bang li me dike. Bang li Kurd, Ereb û Suryan dike ji bo ku wê biparêzin."

Şervana YPJ`ê Fethiye El-Nayif, xwişka şehîd Ehmed Kor ê ku di Berxwedana Rûmetê de şehîd bûye. 4 birayên wê yên din di nav refên YPG`ê de ne. Ji êla Tay a Erebî ye ya ku li herêma Cizîrê belav dibe. Bi xwe ji şervanên jin ên yekemîn ên ku tev li YPJ`ê bûne. Nêrîna wê ji ya şervan Ehmed El-Şêx ne cuda ye.

Fethiye bi şehadeta birayê xwe Ehmed Kor gelek bi bandor dibe û dibîne ku parastina welêt erkek neteweyî ye. Fethiye bang li tevhaiya ciwanên Kurd û Ereb kir ku tev li refên YPG`ê bibin ji bo ku gelê xwe ji êrişên artêşa Tirk a dagirker biparêzin. Dagirkeriya ku têkbirina vîna pêkhateyên herêmê û destkeftiyên gelên herêmê yên ku bi saya hevgirtina xwe bidest xistine armanc dike.

Girêdayî heman mijarê şervan Mahir Zahir El-Acal dibîne ku parastina welêt heq e. El- Acal got: “Divê ev heq çendîn berdêl giran be were parastin. Em hêvî dikin ku tevhiya ciwan tev li parastina ax û şerefa wê bin. Her wiha soza şopandina rêya şehîdan da.”

‘HÊZEK JI DERVE ME NAPARÊZ E’

Şervanê bi navê Rûdî Hebîb diyar kir ku êrişên artêşa Tirk a dagirker ne tenê gelê Kurd lê belê pêkhateyên Ereb û Suryan jî dike hedef û wiha berdewam kir: "Eger me axa xwe winda kir tiştek me namîne. Dijmin şerê me dikin. Em gelê xwe diparêzin." Rûdî bang li ciwanan  kir ku çek rakin û tev li YPG`ê bibin. Rûdî teqez ku tu hêzek ji derve herêmê naparêze û gelên herêmê bi hevgirtina xwe wê li hember êrişan bisekinin.

Şervan Alageş destnîşan kir ku ew niha di şerê dawîn de li hember artêşa Tirk a dagirker de li berxwe didin û got: "Dijminên me hov in. Tunekirina tevahiya pêkhateyên herêmê armanc dikin."

(şx)

ANHA


Mijarên Din