Şervanên ku DAIŞ`ê têk birin: Em amadene tevahiya herêmên Sûriyê yên dagirkirî rizgar bikin

Şervanên Meclisa Leşkerî ya Minbicê ku beşdarî pêngavên rizgarkirina Dêrazorê bûne û bi alên serkeftinê vegeriyan nuqteyên xwe. Şervanan  gotin ku ew amadene tavhiya xaka Sûriyê ya dagirkirî rizgar bikin.

QSD`ê li dijî DAIŞ`ê bi serket. Şervanên QSD`ê yên ku ji tevahiya herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê berê xwe dabûn Baxzoê da ku DAIŞ`ê tune bikin, bi alên serkeftinê vegerîn nuqteyên xwe.

Hejmarek ji şervanên Meclisa Leşkerî ya Minbicê yên ku beşdarî pêngavên li dijî DAIŞ`ê bûne ji ajansa me re axivîn.

Şervanê bi navê Ebdulqadir Kocek got: "Ez li Baxozê bûm. Şer gelek dijwar bû. DAIŞ ji aliyê leşkerî ve tune bû lê hîna fikrê wê tune nebûye. Em banga hevgirtinê li şêniyan dikin, da bi temamî ji DAIŞ`ê û fikrê wê yê tarî xilas bibin.”

Şervanê bi navê Asim El-Elî yê ku li Minbic, Reqa, Tebqa û Dêrezorê  beşdarî gelek pêngavên li dijî DAIŞ`ê bûye got: “"Em beşdarî pêngava rizgarkirina Dêrazorê bûn. Bi  saya milên ciwanên herêmê û şehîdên leheng serkeftin hate bidestxistin. Em amadene li hember her êrîşekê herêmê dike hedef bisekinin.”

Girêdayî heman mijarê şervanê bi navê Mihemed Henîf bang li gel kir ku li rex wan di şerê li dijî şaneyên veşratî de bisekinin.  Henîf got: “Me erkên xwe yên leşkerî li Dêrazorê bi dawî kir û vegerîn nuqteyên xwe. Em amadene tevahiya xaka Sûriyê ji dagirkeran rizgar bikin.”

Şervanê bi navê Hesen Teqtûq jî got ew şopdarên riya hevalên xwe yên şehîd in û ew amadene tavhiya xaka Sûriyê rigar bikin.

(şx)

ANHA


Mijarên Din