Şervanên QSD‘ê bersiva tund da êrişa dagirkeran a li ser gundê Bab El-Xêr

Êrişên artêşa Tirk a dagirker, çeteyên DAIŞ û El-Nusra ên li ser gundê Bab El-Xêr ê navçeya Zirganê didomîn. Şervanên QSD‘ê bersiva tund da êrişan.

Artêşa Tirk a dagirker, çeteyên DAIŞ û Cebhet El-Nusra êrişên xwe yên li ser gundê Bab El-Xêr ê navçeya Zirganê yê Serêkaniyê didomînin.

Dagirkerî bi koordîneya balafirên keşfê gund bi obîs û tangan êrişî dikin.

Şervanên QSD‘ê bersiva êrişan dan û derbên giran li wan xistin. Li gorî agahiyên gelek kuştî û birîndarên dagirkeran hene.

ANHA


Mijarên Din