Şervanên QSD: DAIŞ tengav bûye û pêşdeçûnên me berdewam e

Şervanên QSD‘ê ku di çarçoveya Pêngava Bagera Cizîrê ya Şerê Tinekirina Terorê de li bargeha dawî ya Baxozê li dijî çeteyên DAIŞ‘ê şer dikin diyar kirin ku çeteyên DAIŞ‘ê ku tengav dibin êrîşên xwekujî û wesayîtên bombebarkirî bi kar tînîn da ku pêşdeçûnên şervanan asteng bikin. Şervanan teqez kirin ku şerên wan li dijî terorê berdewam e heta tevahî Baxoz were rizgarkirin.

DIYAR EHMO / DÊRAZOR

Qonaxa dawî ya Pêngava Bagera Cizîrê ya Şerê Tinekirina Terorê ku ji aliyê QSD‘ê ve hat destpêkirin  di pêngavên xwe yên dawî de li gundê Baxozê yê rojhilatê bajaroka Hecîn a Dêrazorê didome.

Şervanên QSD‘ê yên li eniyên pêş li dijî çeteyên DAIŞ‘ê şer dikin ji ajansa me re diyar kirin ku bermahiyê DAIŞ‘ê tenê di 1 km2  de asê mane.

Şervanan her wiha destnîşan kirin ku çeteyên DAIŞ‘ê yên tevngav bûne êrîşên xwekujî û wesayîtên bombebarkirî bi kar tînin da ku pêşdeçûnên şervanan asteng bikin û diyar kirin ku şerê wan li dijî terorê berdewam e heta tavahî gundê Baxozê were rizgarkirin.

Nûçegihanê me diyar kir ku li gundê Baxozê şer bi dijwarî rû dide.

ANHA


Mijarên Din