Şervanên QSD di çeperan de û gel jî di kolanan de axa xwe diparêzin

Li dijî êrişên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên giredayî wê, şervanên QSD li çeper û gelê sivîl jî di kolanên Til-Temîrê de parastinê dikin. Gel diyar kir ku xwediyê axê ew in û ji bilî wan kes nikare axa wan biparêze.

Ji bo parastina axa xwe, şêniyên Til-Temir li dijî êrişên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên giredayî wê çek rakirine û di kolanên navçeya Til-Temirê de heya saetên sibehê parastinê dikin.

Me jî di kolanên Til-Temirê de tevger û parastina gel şopand.

Şênî tevî çek û rextên xwe di kolanan de heya saetên sibehê şiyar in. Ji bo germ bibin jî agir pêdixin. Dema kesên xerîb li kolanan dibînin, li nasnameya wan dinêrîn. Heger bi gûman be agahî didin Hêzên Ewlekariya Hûndirîn û wan kesan radest dikin.

‘Parastin erka me ye’

Radî Mihemed (65) û 2 zarokên wî di çepêrên şer de li dijî dagirkeriyê şer dikin û di kolanên xwe de parastinê dike. Mihemed dibêje parastina kolanên wan erkan wan e û wiha lê zêde kir: "Heger ew kolan û welatê xwe ji Erdogan û çeteyên wî neparêzin, wê kiyê biparezê? Em mecbûrin li dijî çete û dizan balder bin. Bi hebûna şervanên QSD re rewşa me gelekî baş e. Çavên me li ser kolanên me ne.”

‘Heya ji me were em ê axa xwe biparêzin’

Şêniyê bi navê Idrîs Şerîf li pêşiya agir di destê wî de çek û bi zarokên xwe re parastina taxê dikin. Idrîs tîne ziman ku ji bo parastina axa xwe di kolanan de nobet digirin û wiha axivî: “Heya ji me bê em ê axa xwe biparêzin û dê berxwedana me berdewam bike. Em bi canê xwe bi şervanên di çepêran de ne.”

Newroz Remo jî diyar kir ku ji bo çeteyên dewleta Tirk derbasî axa wan nebin di kolanan de ne û wiha da zanîn: "Wek gelê sivîl, min çek hildaye û ji bo parastina axa xwe li vir amade me. Di Kolanên me de her kes parastinê dikin û dema hin ji me diwestin hinên din nobetê digirin."

Xalid Mihemed jî anî ziman ku heya dawî piştgiriya şervanên QSD dikin û got: “Em bi parastina xwe re û nahêlin çete derbasî welatê me bibe.”

‘Kolanên xwe bê parastin nahêlin’

Ehmed Îbîş îşaret pê kir ku êrişên dewleta Tirk a dagirker bi awayekî hovane li ser wan pêk tên û wiha domand: “ Şaneyên veşartî yên di kolanên me de dixwazin tevliheviyan derxin. Em jî bi şev û roj nobeta kolanên xwe digrin û naxwazin tevlîhevî li kolanên me de çêbibe. Em hemû amade ne ku bersiva êrieşên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên giredayî wê bidin. Di demeke nêz de welatê me wê rizgar bibe. Em dixwazin li jiyana xwe ya aram vegerin. Ev welat, welatê me ye û tu kesî tê de qebûl nakin. Em kolanên xwe bê parastin nahêlin.”

ANHA 


Mijarên Din