Şervanên QSD`ê li Kobanê li 4 qereqolên artêşa dagirker xistin

Şervanên QSD`ê li rojhilatê bajarê Kobanê çalakiyên bersivdayînê lidar xistin û li 4 qereqolên artêşa Tirk  a dagirker xistin.

Şervanên QSD`ê li hemberî gundê Gultepê yê rojhilatê bajarê Kobanê li erebeyek û mewziyeke artêşa dagirker li qereqolê xistin. Hejmara kuştî û birîndaran ne diyar e, lê du erebeyên ambulansê hatin qereqolê ji bo ku kuştî û birîndarên dagirkran rabikin.

Her wiha li hemberî gundê Qeremoxê yê rojhilatê bajarê Kobanê, şervanên QSD`ê Ii qereqola artêşa dagirker xistin, encama kuştî û birîndaran ne diyar e.

QSD`ê li hemberî gundê Elîşarê yê rojhilatê bajarê Kobanê li qereqola artêşa dagirker xist û çeteyek bi çeka suîqastê hate kuştin.

Di heman demê de, şervanên QSD`ê li hemberî gundê Bersinmilê li qereqola artêşa dagirker xist û di encamê de, çete hate kuştin.

(kc)

ANHA


Mijarên Din