​​​​​​​Şervanên YPJ: Em têkoşiyan û em ê heya rizgarkirina tevahiya jinan têbikoşin

Şervanên Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) gotin: “Em ji bo azadiya jinan têkoşiyan û em ê heya rizgariya tevahî jinan têbikoşin.”

Li ger rasthatina Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê şervanên YPJ`ê destpêkê Rêber Abdullah Ocalan, tevahiya şervanên YPJ û tevahiya jinan li cîhanê pîroz kirin.

Şervana YPJ`ê Peyman Roj got: "Berxwedana YPJ`ê berxwedanek destanî ye. Şervanan bi berxwedana rolek çalak di rizgarkirina tevahiya jinên bindest de lîstin. Ji bo tevahiya jinan li cîhanê hîna tê dikoşin. Roja 8`ê Adarê ji bo me roja mezinkirina têkoşîn û berxwedanê ye. Roja 8`ê Adraê roja tunekirina zihniyeta paşverû ye. Em ê tevahiya jina bi fikr û felsefeya Rêber Abdullah Ocalan rizgar bikin."

Şervana bi navê Çavreş Zagros tevahiya jinan li cîhanê bi vê rojê pîroz kir û got: "Wek jin me cihê xwe di xendeqên şer û têkoşînê de ji bo parastina nirxên mirovahiyê girt. Ji bo me ev cihê şanaziyê ye. Ji ber ku em ji bo parastina jinê şer dikin. Berxwedana li dijî DAIŞ û artêşa Tirk a dagirker ji cîhanê re îsabat kir ku jin li Bakur û Rojhilatê Sûriyê şer kir û li hember mezintirîn rêxistina terorîst biser ket. Di dema ku dewletan nikarîn şerê wê bikirina."

Di dawiyê de Çavreş berdewamkirina têkoşîn û berxwedanê heya rizgarkirina tevahiya jinan bi taybet jinê Êzidî ji destê DAIŞ`ê teqez kir.

Her wiha şervana bi navê Peyman Seydo got: "Roja 8`ê Adarê ji bo tevahiya jinan rojek girîng e. Jinê di dirêjahiya dîrokê de û heta roja me ya îro tê koşiya ji bo ku bigihêje azadiya xwe. Şerê zihniyata mêrdestiyê kir û hewl da mafên xwe bi dest bixe. lewra ev roj ji bo me û tevahiya jinan rojek taybet e."

(şx)

ANHA


Mijarên Din