Şervîn Nûdem: Mifteya azadiyê ya hemû jinan di şoreşa Rojava de ye

Endama Akademiya Jineolojiyê Şervîn Nûdem destnîşan kir ku hem li Rojhilata Navîn hem jî li cîhanê qeyranek didome û hebûna şoreşa Rojava hêviyek mezin ji bo çareseriya wê çêkiriye û got “Mifteya azadiyê ya hemû jinan di vê şoreşê de veşartî ye.”

Bi şoreşa Bakur û Rojhilatê Sûriyê re gelek kesên enternasyonalîst ji bo nasîn û beşdarbûna têkoşîna tê meşandin, hatin herêmê. Gelek ji wan hîn jî li herêmê dimînin û hinek jî ji bo parvekirina têkoşînê vegeriyan welatê xwe. Yek ji wan enternasyonalîstan endama Akademiya Jineolojiyê ya Rojava Şervîn Nûdem e. Şervîn ev 5 sal e ji bo kar û xebatên jineolojiyê û naskirina şoreşa jinan hatiye Rojavayê Kurdistanê.

Şervîn Nûdem der barê dîtinên xwe yên li ser şoreşa jinan de dibêje: “Şoreş bi gavên biçûk di heman demê de bi xeyalên mezin dest pê dike. Li Rojava di demeke pir kin de guhertin û veguhertinên mezin hem ji bo jinan hem jî ji bo civakê bi giştî çêbûn. Helbet di aliyekî de parastina wan destkeftiyan di her kêliyê de pêwîst e. Di aliyê perwerdeya bi zimanê dayikê de destkeftiyên ku di avakirina pergala xweparastina jinan de hatine bidestxistin, her wiha qanûnên jinan ji bo ku mafên jinan di nava malbat û civakê de biparêzin, pêkanîna wan mijarên têkoşînê ne. Şoreşa herêmê ji derve wek şoreşa jinan tê pênaskirin, lê di hemû kêliyên jiyanê de ev şoreşa jinan didome.”

‘BINGEHA ŞOREŞA ROJAVA QEWÎN E’

Şervîn dibêje şoreşa Rojava hêviyeke mezin di nava jinên azadîxwaz, kesên demokrat û şoreşger de ava kiriyê re û van tiştan tîne ser ziman: “Mînakên wê wekî şoreşên cîhanê yên di sedsala 20`an de hene ku her tim bi hêviyên mezin dest pê kirin, jinan jî di têkoşîna li dijî faşîzmê û li dijî kedxwariyê de her tim li eniyên pêş cihê xwe digirt. Lê mixabin, her tim dema ku pergaleke nû dihate avakirin jin careke din ji derveyî wan xebatên avakirinê, li derveyî mekanîzmaya biryardayîn û derveyî siyasetê dihatin hiştin. Lê belê şoreşa Rojava li ser bingeha tevgera azadiya Kurdistanê û li ser bingeha felsefeya rêber Apo hate avakirin ku 40 salan ji bo birêxistinbûn û pêşketina jinan kedeke mezin da. Ji bo wê jî bingeha vê şoreşê saxlem e. Ji roja destpêkê ya şoreşê de, jinan bi awayekî birêxistinkirî cihê xwe di hemû qadên şoreşê de girt û li her cihî daxwaz û nêrînên xwe heta roja îro parastin. Ji bo wê jî, hem di aliyê avakirina sîstemeke alternatîf ji dewletê re û pêşxistina jiyaneke pirreng û pirçandî û çandina baweriyê di nava hev de, dihêle ku dijminatiyên ku ji aliyê dewletan ve di nava gelan de hatibûn derxistin, derbas bibin.”

‘ÎSAL BILA JINÊN CÎHANÊ JI ÇALAKIYÊN ROJAVA HÊZÊ BIGIRIN’

Têkildarî encama bandora pandemiya koronavîrusê li çalakiyên 8`ê Adarê yên cîhanê, Şervîn got: “Li gelek deverên cîhanê me şopand jin ancex li ser înternetê bi rêya zoom anku bi rêbazên teknîk dikarin bigihêjin hev. Jin hem bi rêya bandora pandemiyê hem jî bi siyaseta ku li ser tê meşandin, careke din hatin hepskirin. Di malên xwe de bi tenê dimînin, qeyraneke pir mezin tê jiyankirin. Îsal li Rojava em çalakiyên 8`ê Adarê bi kombûnên girseyî, bi festîvalan û bi meşan em ê pîroz bikin. Lê belê li piraniya welatên cîhanê wê tenê bi rêya înternetê bê pîrozkirin, bi vî rengî dê çalakî werin pêşxistin. Bi wê yekê, diyarbûna rengê jinan di jiyanê û di siyasetê de tê astengkirin, tê sînordarkirin. Ez hêvî dikim ku jinên li welatên cîhanê ji dîmenên meş û çalakiyên li Rojava hêz û moralê bigirin ku bi rengekî fîzîkî careke din bigihînin hev. Çi qas tedbîrên di aliyê tenduristî de pêwîst bin jî lê gerek e em nehêlin ku siyaset bi rêya mijarên tenduristiyê û nexweşiyan, mirovan ji hev dûr bixe. Ez hêvî dikim ku em wê peyamê ji Rojava ji jinên cîhanê re bişînin; ‘Heke hêza me hebe tu tişt li pêşiya lidarxistina çalakiyên hevbeş û têkoşîneke hevpar nikare bibe asteng.”

‘8`Ê ADARÊ EM DAXUYANIYA BÎRDOZIYA AZADIYA JINAN PÎROZ DIKIN’

Şervîn dibêje “Di şoreşa Rojava de her roj 8`ê Adarê ye” û wiha berdewam dike: “Têkoşîn û kar û xebatên li vir tên meşandin, em nikarin tenê bi rojekê îfade bikin, anku pêve girê bidin. Lê belê 8`ê Adarê dibe wekî kombûna hemû berhem û helwestên ku di nava salekê de hatin revakirin û wekî biryardayînek ji bo saleke nû ya têkoşînê ye, em dikarin bi wî rengî lê binêrin. 8`ê Adarê di heman demê de di sersaliya xwe ya 23`yemîn, em daxuyaniya Bîrdoziya Azadiya Jinan pîroz dikin. Di 8`ê Adara 1998`an rêber Apo Bîrdoziya Azadiya Jinan diyarî hemû jinên cîhanê kir. Li ser wê bingehê şoreşa Rojava bi pêş ket û jinên ji hemû aliyên cîhanê berê xwe da Rojava ji bo ku vê şoreşê nas bikin û zanibin ev bîrdozî çawa di nava jiyanê de xwe îfade dike û bandoreke çawa kir û birêxistinbûna jinên ku girêdayî wê bîrdoziyê ne, çawa bi pêş ketiye.”

Qeyranek ku hem li Rojhilata Navîn hem jî li cîhanê giştî de heye. Şervîn anî ziman ku bi şoreşa Rojava re hêviyeke gelek mezin ava bûye û got: “Di aliyekî de xweza ber bi tunebûnê ve diçe, tenduristiya mirovan tê xirabkirin û li aliyekî jî tundiya li ser jinan tê meşandin, em van bûyeran li hemû welatên cîhanê dibînin. Ji bo wê jî em bîrdoziya azadiya jinan, avakirina pergala konfedral û demokratîk a gelan, ev deh salan di rastiyê de hatiye îsbatkirin û bûye hêviyek ji bo pêşxistina konfedralîzma jinên cîhanê. Ne girîng e em li ku derê jiyan dikin, em li ku derê dimînin, lê em bi rengekî çawa jiyan dikin, em çi wateyê didin jiyana xwe û em bi çi rengî xwe ji têkiliyên ku jinan bindest dikin, ku xweza wekî madeyekê bi kar tînin, dagirkeriya li ser ax û benda jin em çawa dikarin xwe ji wê rizgar bikin. Li ku dera cîhanê dibe bila bibe, divê jin werin cem hev, rêxistinbûn û komînên xwe ava bikin û têkoşîneke siyasî û civakî bidin meşandin, bi wê rengî hêvî geştir dibe û wê bigihîne serkeftinê.”

Der barê parastina şoreşa jinan de Şervîn bal kişand ser çalakiyên hem li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê hem yên cîhanê û got: “Di salên dawîn de bi taybet ji aliyê tevgerên jin ve û li vir ji aliyê kongreya Star ve gelek kampanyayên girîng hatin pêşxistin, ji wan kampanya bi dirûşmeya ‘Wommen defent Rojava, jin Rojava diparêzin’ û heta roja îro dewam dike. Her wiha li gelek deverên cîhanê komîteyên jinan hatine avakirin. Ji ber ku dizanin parastina şoreşa Rojava tê wateya parastina hêviyên xwe yên pêşerojê û parastina şoreşa ku dikare jiyaneke nû li her cihî bide afirandin. Ji lew re gerek e piştgirî û hevgirtinek bi vî rengî be.”

‘MIFTEYA AZADIYÊ YA HEMÛ JINAN DI VÊ ŞOREŞÊ DE VEŞARTî YE’

Di dîrokê de bi pêşengtiya jinan de gelek şoreş pêk hatin lê bi ser neketin. Encama neserkeftinên wan şoreşan cûr be cûr in lê ya herî girîng ku rêber Abdullah Ocalan jî nirxandinên wê dike paşxistina azadiya jinan ye. Ji ber wê jî heya van kêliyan şoreşa Rojava li ser lingan dimînê. Der barê vê de Şervîn dibejê ku mifteya azadiyê ya hemû jinan di vê şoreşê de veşartiye û wiha berdewam dike: “Mînak, di dîrokê de gelek şoreşan dest pê kir piştre pêl bi pêl li cîhanê belav bûn û bûn sedema guhertinên bingehîn. Ji bo şoreşa Rojava jî ev di sedsala 21’emîn de derbasdar e, wekî şoreşek li ser hîmanên ekolojîk, demokraîtk û avakirina jiyaneke komînal li ser bingeha azadiya jinan. Ev her sê mijar mijarên esasî ne ku li tevahî cîhanê tên nîqaşkirin. Em dibînin ku ji Amerîkaya Latîn û heta Hindistanê hewldan hene ku meclisên gel ava bikin, ji ber ku êdî hêviya xwe ji pergala desthilatdarî qut kirin, ji ber ku dizanin dewlet ji bo wan çareyekê peyda nakin. Ji bo wê jî, ew lêgerîna avakirina mekanîzmeya rêveberiya alternatîf, em dikarin bibînin li her derê hewldanên bi wê rengî hene. Ji bo wê jî avakirina rojevên hevbeş pêwîst e.”

EM BI HEV RE XURT IN’

Pergala desthilatdar hemû hêza xwe kom dike ku êrişekê li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê pêk bîne. Şervîn li ser van êriş û gefan diyar kir ku berpirsyariya mirovahiyê giştî ye û got: “Pêwîst e yekitiyekê ava bike û bi hev re li hemberî wan êrişan bisekine. Di şoreşa Rojava de di heman demê de ev berpirsyarî bi pêş dikeve. Peyamên piştgiriyê ji bo têkoşîna jinan li Efganistanê, Polonya, li Bolîvyayê heke êriş li ser destkeftiyên jinan hebin, ev peyama yekitiya jinan an jî hevgihandina têkoşînan, em dibînin. Em dizanin em bi hev re xurt in. Dema ku em êşa jineke din dikarin di dilê xwe de hîs bikin, ev jî dihêle em bikevin nava tevgerê.”

ANHA


Mijarên Din