Tevî ku aloziya Sûriyê 11 sal li pey xwe hiştiye, lê dîsa jî diyar e ku heta niha hikumeta Şamê têkildarî aloziya welat tu çareseriyên siyasî qebûl nake.
Têkildarî mijarê hevserokê Rêxstinên Civaka Sivîl Setam El-Ferec ji ANHA`yê re axivî. El-Ferec ev nirxandin kir: "Siyaseta serokkomarê hikumeta Şamê Beşar El-Esed ji ya Hafiz El-Esed ne cudatir e. Ew bi xwe ne bi awayekî qanûnî hikum wergirt ji ber ku destûr li gorî pîvanên desthilata heyî hate guhartin, wê demê tu pêşketin di rewşa siyasî û ewlehiyê de çênebûn û heman hişmendiyê jî xwe dubare û dewam dikir. Ji wan nêzîkatiyan, binpêkirina azadiyan û bêdengkiringa muxalefetê ye ku banga guhertina rewşa siyasî dike. Mînaka herî berçav jî, serhildana 2004`a li Qamişlo û girtina kesên li ser wesîqeya Şamê ya guhertina nîştimanî ya demokratîk a sala 2005`an îmze kirine. "
El-Ferec îşaret pê kir ku hişmendiya hikumeta Şamê ji gelek serdeman ve dewam dike û diyalogan an jî çareseriyên aştiyane red dike. Hikumeta Şamê her tim çareseriya leşkerî tercîh dike, li aliyekî din jî gelek biryarên Meclisa Ewlehiyê ya Neteweyên Yekbûyî (NY) û Komkara Ereban jî bin pê dike, ev jî isbata dîktatoriyeta hikumetê dike.
'RÊVEBERIYA XWESER JI BO ALOZIYA SÛRIYÊ MODELEKE GUNCEW PÊŞKÊŞ KIR'
El-Ferec anî ziman ku Rêveberiya Xweser têkildarî aloziya Sûriyê û çareseriya wê, modeleke guncaw pêşkêş kir û wiha got: "Di vê projeyê de rêgezê demokrasî, nenavendîbûn, biratiya gelan û yekitiya çarenûsa pêkhateyan esas e, lê ev çareserî hate redkirin ji ber ku berjewendiyên wan û hişmendiya hikumeta Şamê li hev nayê."
El-Ferec destnîşan kir ku çareserî û yekane rêbazê derbaskirina aloziyê ew e ku her alî dev ji çekan berde û dest bi diyalogê bike ku Rêveberiya Xweser pêşniyar kiriye, ji ber ku mafên tevahiya pêkhateyan diparêze. Li aliyekî din Setam El-Ferec daxuyand ku Rêveberiya Xweser, jiyana hevbeş û biratiya gelan kiriye bingeha diyalogê û dan û standinan ku maf dide gelê Sûriyê da ku çarenûsa xwe bi xwe diyar bike û aloziya heyî bi dawî bike.
El-Ferec bi domdarî got: "Modela Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê li Sûriyê projeyeke cuda bû, her wiha li ser astên ewlehî û hundirîn isbata serkeftina û îstiqrarê kir, lewma divê ev proje di ber çavan re were derbaskirin û li li gorî rêveberiyên nenavendî yên demokratîk li gorî pergala konfederalî, li tevahiya Sûriyê were pêkanîn."
Setam El-Ferec ev li axaftina xwe zêde kir: "Divê Rêveberiya Xweser li ser lidarxistina diyalogên bi hikumeta Şamê re, tawîzan nede ji ber ku yekane rêya parastina gelê Sûriyê ji planên derve ye, her wiha hemû destkeftî, maf û azadiyan diparêze."
Hevserokê Rêxistinên Civaka Sivîl Setam El-Ferec wiha axivî: "Em bang li dewletên aktîf dikin ku zextê li hikumeta Şamê bikin, da ku mafên gelan bide wan û lidarxistina diyalogan erê bike da ku çareseriyeke siyasî pêk were û dawî li aloziya welat bîne."
(eh)
ANHA