Şevzan Mehmûd: Me bi xebatên sînemayê bala cîhanê kişand

​​​​​​​Derhêner û lîstokvanê şanoyê Şevzan Mehmûd got: "Derfetên sînemaya Rojava kêm in. Tevî vê yekê jî me bi fîlmên xwe bala cîhanê kişand. Bi rêya 'Komîna Fîlman' me di astê mîhrîcanên cîhanî de encamên erênî bi dest xist û têkoşîna gelê Kurd û zilma li wan hatiye kirin, nîşan da."

Di salên dawîn de, pêşketineke mezin di sînemaya Rojava de çêbû. Tevî dorpêçê û zextan jî, gelek karên girîng li ser astê herêmî û astê cîhanê hatin pêşkêşkirin û sînemaya Rojava di mîhrîcanên cîhanî de bi rêya bikaranîna alav û cîhazên besît û sînordar, hat îspatkirin. Em dikarin bêjin ku di aliyê sînemayê de gaveke nû hat avêtin.

têkildarî rewşa sînemayê li Rojava, ANHA'yê hevpeyvînek bi derhêner û lîstokvanê şanoyê Şevzan Mehmûd re çêkir.

Şevzan Mehmûd destnîşan kir ku di salên dawî de bi rêya "Komîna Fîlman" pêşketineke mezin di sînemaya Rojava de çêbû, ji ber ku Komîna Fîlman ji rewşa sînemaya Rojava berpirsyar e û ji bo pêşxistina rewşa sînemayê li Rojava kedeke mezin da û hîna dide. Şevzan wiha got: "Tevî dorpêçê û êrişên ji hemû aliyan ve li ser Rojava tên kirin, bi hunera xwe em bersiva van êrişan didin."

Şevzan Mehmûd bi bîr xist ku pêwîstiya sînemaya Rojava bi piştevaniyeke mezin heye da ku bi pêş bikeve û wiha berdewam kir: "Derfetên me kêm in. Tevî vê yekê jî em bi karê xwe bala cîhanê bikişînin. Bi rêya 'Komîna Fîlman` me li ser astê mîhrîcanên cîhanî encamên erênî bi dest xistin û têkoşîna gelê Kurd û zilman ku rastê hatiye, nîşan da."

PÊŞKETINA SÎNEMAYA ROJAVA

Şevzan Mehmûd destnîşan kir ku sînemaya Rojava di gelek tecrûbeyan re derbas bû, lê belê ev tecrûbe ne di astê tê xwestin de bû, "Dikarin bêjin ku ne tecrûbeyên serketî bûn . Em hêdî hêdî xwe ava dikin da ku em bigihînin asta tê xwestin."

HEJMARA FÎLMÊN KU HATINE ÇÊKIRIN Û NIRXANDINA WAN

Sînemaya Rojava gelek fîlmên kurt û dirêj pêşkêş kirin. Lê belê ji aliyê nirxandinê ve, Tevî rewşa ku herêm tê re derbas dibe jî, sînema gihîşt astekî pêşketî lê hîna jî pêwîstiya xwe bi piştgiriyê heye.

Şevzan Mehmûd îşaret pê kir ku beriya Şoreşa Rojava, sînema bi tecrûbeyên kêm û şeromk sînordar mabû û wiha da zanîn: "Lê belê niha sînema bi rengekî zanistî tê bikaranîn. Xebatkarên sînemayê jî rastî gelek perwerdeyan tên û derfet li pêş wan hatine vekirin. Berê ji ber sedemên ewlehiyê rastî gefa girtinê dihatin û ji bo derhêneriya karên xwe pêwîstiya wan bi gelek alavan hebû."                                                                                                   

ASTENGIYÊN LI PÊŞ SÎNEMAYA ROJAVA

Têkildarî astngiyên ku li pêşiya sînemaya Rojava derdikevin, Şevzan wiha got: "Derfet li pêş xebatkarên sînemayê kêm in. Hejmara lîstokvanan jî kêm e û cihên taybet ji bo pisporên vî karî û holeke sînema ji bo pêşandana fîlman, tune ye."

Şevzan Mehmûd di çarçoveya rêzeçalakiyên 7`emîn Mîhrîcana Rojava ya Çand û Hunerê de li navenda Hevgirtina Rewşenbîrên Rojavayê Kurdistanê (HRRK) şanoyek bi navê "Tirsonek", pêşkêş kir.

(cx)

ANHA


Mijarên Din