'Sewal jî ji êrişên artêşa dagirker nafilitin'

Li gel qedexeya derketina derve li tevahiya cîhanê û bangawaziyên rawestandina tevahiya şeran, artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê êrişên xwe yên li ser gundên navçeya Şêrawa ya kantona Efrînê didomînin.

Ji ber xeteriya Koronavîrusê ya ku li tevahî cîhanê belav bûye, banga agirbestê li tevahî cîhanê hate kirin. Lê rexmî vê yekê artêşa dewleta Tirk a dagirker û komên çete yên girêdayî wê êrişên xwe yên li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê didomîne.

Gundên navçeya Şêrawa ya kantona Efrînê û bi hezaran sivîl lê hene hema bêje rojane ji aliyê artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê tên topbarankirin.

Li ser vê mijarê şêniyên navçeyên nêrînên xwe ji ANHA‘yê re parve kirin.

Hevseroka Meclisa Navçeya Şêrawa Evîn Oso anî ziman ku tevî ku ev pandemî li cîhanê belav bûye û NY`yî banga agirbestê kir, lê artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê topbarankirina gundên navçeya Şêrawa yên tijî şênî didomînin.

Evîn wiha diyar kir ku ji duh ve û heta niha derdora 14 top li gundê Soxinekê yê navçeya Şêrawa ketin. Beriya wê jî 6 top li gundê Bênê ketibûn.

Evîn bang li rêxistinên mafên mirovan û NY`yî kir ku bi lez mudexele bikin binpêkirin û sûcên artêşa Tirk a dagirker ên li dijî şêniyan rawestînin.

Ji aliyê xwe ve şêniyê bi navê Ehmed Elo got: "Dewleta Tirk rojane gundên me toparan dike. tevahiya zindiyên li ser rûyê erdê dike hedef. Di nav de sewal."

Şivanê bi navê Mihemed Felah got: "Em xwedî pez in. Ev jêdera quta me ya tekane ye. Em wê li çêrgehên nêzî gundê diçêrînin. Lê êrişên dewleta Tirk jiyana me tehdîd dike û heta li ser pez jî xeter e. Ji ber wan êrişan gelek pez telif bûn. "

Şêniyê bi navê Mihemed Cemîl got: "Duh Yekşemê berbanga sibê min pez derxistin ji bo di nav zeviyên nêzî de biçêrînim. Piştre baran barî ez vegerîm mal. Piştî çend saetan me dengê ketina topan li nêzî mal bihîstin. Piştî ku deng rawestî, ez derketin nav zeviyan min dîmenek qet nexweş dît. Her der bûye xwîn û parçeyên laşên pez li her derê ne. Artêşa Tirk keriyê pez kir hedef di encamê de 20 serî pez mirin."

(şx)

ANHA


Mijarên Din