Şewata li bakurê Qamişlo hat vemirandin-hate nûkirin

Tîmên awarte bi alîkariya şêniyan şewata ku îro li ser sînorên di navbera bajarên Nisêbînê ya li bakurê Kurdistanê û Qamişlo de çêbûne vemirandin. Lê di encama şewatan de derdora 100 donim zeviyên ceh ên şêniyên Qamişlo şewitîn.

Îro leşkerên artêşa Tirk a dagirker agir bi şînatiyên li ser sînorên di navbera bajarên Nisêbîn û Qamişlo de vêxistin. Di encamê de şewatek mezin çêbû. Niha şewat ber bi taxên bakurê Qamişlo ve fireh bû.

Tîmên agirkujiyê yên Qamişlo û bi sedan şênî bi lez berê xwe dan sînoran da ku şewatan vemirînin ji bo ku negihêjin taxên bajêr. Piştî xebatek hevbeş şewat piştî ku derdora 100 donim zeviyên ceh ên şêniyên Qamişlo şewitîn, hate vemirandin.

(şx)

ANHA


Mijarên Din