Îro saet di 13:00`an de agir bi zeviyên çandiniyê yên li gundê Navkurê yê rojavayê bajarê Qamişlo ku dikeve navbera bajêr û gundê Hîmo yê nêzî sînorê di navbea Rojava û Bakurê Kurdistanê de, ket.
Nûçegihanê me ragihand ku ji ber ba şewat zû belav bû. Di encama wê de nêzî 2 hezar donim ji ceh û genim şewitî.
Nûçegihê me diyar kir ku piştî şewat çêbû, erebeyên agirkujiyê, treks, sarîcên avê û her wiha şênî, hêzên Ewlekariya Hundrîn û şervanên QSD`ê berê xwe da cihê bûyerê û şewat vemirand.
(bx)
ANHA