Şewata li Kobanê berfireh dibe, artêşa Tirk nahêle were vemirandin

Şewata li gundên rojhilatê bajarê Kobanê berfireh dibe. Leşkerên dewleta Tirk a dagirker gule li şêniyên ku hewl didin agir vemirînin, direşînin.

Li 7 gundên rojhilatê bajarê Kobanê agir bi zeviyên genim, ceh û daran ketiye.

Şewata li gundên Qiebe Cox, Eyn Bet, Bostêb, Cîşan, Holaqî, Cilik û Qeremoqê derketiyê  zeviyekî çandiniyê dirêjahiya 7 kîlomîtreyan û panbûna yek kîlomîteriyê kir xwelî.

Nûçegihanên me diyar kirin ku leşkerên artêşa Tirk a dagirker li gundê Selîm ê rojavayê bajêr ê nêzî sînor gule li şêniyên ku hewl dida agir vemirînin berdan.

Îro, danê nîvor, li bajarokê Şêranê yê rojhilatê bajarê Kobanê ji ber şewatê 150 donim bibû xewlî beriya ku were vemirandin.

ANHA


Mijarên Din