Şewata li Îmraliyê bi zanabûn e

Dr. Cewad El-Bîdanî

Di raporên rêxistinên navneteweyî de behsa binpêkirinên hikumeta Tirk ên li dijî dijberên wê têne kirin. Li ser kesekî nayê veşartin ku gelek bûyerên kuştinê bi awayekî veşartî li dijî hinek rojnameger  û kesayetên xwedî fikr pêk hatine. Nêrînên wan ji perspektîfên rejîma Tirkiyê û siyaseta wê ya dîktatorî cuda ne. Yek ji mînakên berçav jî rewşa têkoşerê navnetewî Abdullah Ocalan e. Di girtîgeha tekekesî li giravek dûr de, yek ji rêbazên li dijî ronakbîrê mezin tê kirin e. Gelo çima dewleta Tirk van zextan li Ocalan dike û sedem çi ne?

Her tim me digot fikrê Abdullah Ocalan tê hedefgirtin. Tirkiye her kesê xwedî fikr dikuje. Hincet û bihaneyan diafrîne ji bo ku têk bibe û vîna wî bişkîne. Ji bo wê jî zexta derûnî bikar tîne. Ev hewldaneke ku têkoşer dest ji fikre xwe berde. Dixwaze tovê ku Ocalan çandiye bikuje, lê ne di ferqê de ye ku fikrê Ocalan gihiştiye têkoşerên cîhanê.

Piştî ku Tirkiye kete ferqa asta bandora têkoşer Ocalan, ji ber wê têkoşer Ocalan wek kaxizek zextê li ser alîgirên wî bikar anî. Da ku tawîzan ji wan bigre. Piştî ku nikarî zextê li Ocalan bike û neçar bike ku dev ji fikr û nêrînên xwe berde. Ji ber wê agir bi dairstanên Îmraliyê xist. Ger em bêjin jî ku agir ne bi zanabûn e. Gelo armancên Tirkiyê ji hiştina Ocalan di wê girtîgehê de çi ne? Tevî ku şewat nêzî girtîgehê ye. Çima Tirkiye nahêle parêzer pê re bicivin û rewşa wî nas bikin? Pergala Erdogan siyasetên şaş dimeşîne. Dibe ku bibe sedema nakokiya li Tirkiyê û cîhanê. Ji ber ku Ocalan beriya Kurd be bûye kesayetek nanveteweyî.

Ez dibêjim gelê Kurd û tevahiya azadîxwazên li cîhanê baş ketine ferqa siyasetên pergala Erdogan û binpêkirinên çewisandinê. Ew baş têgihiştine, baweriya ku Abdullah Ocalan çandiniye ji ber van reftaran tune nabe.

(şx)

ANHA


Mijarên Din