​​​​​​​Şewata li Şedadê hate vemirandin

Tîmên agirkujiyê û rewşên awate şewata li zeviyên çandiniyê yên navçeya Şedadê vemirandin.

Li gundê Becdelî yê 2 km dikeve rojavayê navenda navçeya Şedadê ya kantona Hesekê di zeviyekî hatibû çinîn şewat derket. Sedema şewatê nehat naskirin.

Tîmên agirkujiyê û rewşên awarte bi desteka şêniyan agir vemirandin û nehiştin bighêje zeviyên nehatine çinîn.

ANHA


Mijarên Din