Şewata li Til Hemîsê beriya ku belav bibe, hate vemirandin

Tîmên agirkujiyê yên navçeya Til Hemîsê şewata li bajarokê Ebû Cirin a başûrê navçeyê beriya ku belav bibe, vemirand. Ev yek piştî tedbîrên pêwîst ên pêşîlêgirtina şewatan û amadekirina tîmên agirkujiyê li nêzî herêmên çinînê ji aliyê Rêveberiya Xweser û şêniyên herêmê ve, pêk hat.

Îro danê nîvro li erdên gundê Belqîs ê navçeya Til Hemîsê şewat derket. Li ser wê yekê tîmên agirkujiyê û komîteya rewşên awarte destwerdan kir û beriya ku şewat belav bibe, vemirand.

Ji ber şewatê 5 donim ceh şewitî.

Bi destpêkirina werza çinînê re li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, komîteyên rewşên awarte hatin avakirin da ku destwerdana lezgîn bikin û şewata erdên çandiniyê vemirînin. Van tîman heta rêjeyeke mezin pêşî li belavbûna şewatê girt.

(cx)

ANHA


Mijarên Din