Şewata li Til Hemîsê hate vemirandin

Tîmên agirkujiyê bi zehmetî agirê bi zeviyên çandiniyê li gundê Nayim ê rojhilatê navçeya Til Temîs ket, vemirandin.

Li gundê Nayim ê bajarokê Ekaz ê girêdayî navçeya Til Hemîsê di seatên nîvro de agir bi sedan hektar ji zeviyên ceh ê cotkar Seûd El-Hemdo û  genimê Mihemed Milhim El-Cerba ket.

Tîmên agirkujiyê,  şaredariyên gel ên navçeyên Til Hemîs û Tirbespiyê bi hevkariya şêniyan bi zehmetî  agir vemirandin,

Li gorî agahiyan beriya ku agir were vemirandin, bi sedan hêktar şewitî.

Ji destpêka mewsimê çinînê ve, li gelek deverên herêma Cizîrê agir bi zevî dikev û sedemên wê nayê zanîn. Hin sedema vê yekê dispêrin çirûskên ji patosan derdikev, hin din jî  texmîn dikin ku şaneyên DAIŞ`ê li pey van şewatan e.

ANHA


Mijarên Din