Şewata li Til Hemîsê hate vemirandin

Li navçeya Til Hemîsê  agir bi zeviyên çandiniyê ket. Agir ji aliyê tîmên rewşên awarte û focên agirkujiyê ve hatin vemirandin.

Li du gundên başûrê navçeya Til Hemîsê ya kantona Qamişloyê û di hewşa Stasyona Kehrebyê ya navçeyê de şewat derket. Tîmên rewşên awarte û focên agirkujiyê bi hevkariya şêniyan şewat vemirandin.

Li gundê Qerai Temaş ê navçeya Til Hemîsê ya kantona Qamişloyê 20 donim zeviyên genim ê ayidê welatê bi navê Hesan Ehmed şewitîn û 800 mître xertûm (4 Inch) telif bû.

Her wiha 20 donim zeviyên genim ê Xidir Ferhan û 200 mître xertûm (3Inch) û 20 donim zeviyê ceh ê Mihemed Ehmed Xidir jî şewitîn.

Li gundê Til Nasir ê başûrê navçeyê jî şewatê 20 donim zeviyê genim ê ayidê Eqîl Fehîm El-Hafiz da ber xwe. Her wiha rûbereke fireh a erdên hatine çinîn şewitîn.

Li gundê El-Ihêmer ê girêdayî bajarokê Cezayê 25 hektar zeviyê genim ê ayidê cotkarê bi navê Fadil El-Ebo şiwitîn, sedama şewatê nehat zanîn.

Di hewşa stasyona kehrebeyê ya navçeyê de ji ber çirûska kabilên stasyonê agir bi gîhayên hişk ket. Şewat ji aliyê komîteyên rewşên awarte ve hate vemirandin.

Ji karmendên stasyonê Deyf Îbrahîm diyar kir ku şewat ti zirar negihand stasyonê ji ber kabilên bin erdê tunene û stasyonê ji aliyê Desteya Enerjiyê vet ê çaksazkirin.

ANHA


Mijarên Din