‘Şewata Îmraliyê gefxwarina li ser gelan û Rêber APO ye’

Piştî ku duh şewat li Grava Îmraliyê rû daye ku dewleta Tirkiyê ji 21 salan rêber Abdullah Ocalan tê de dîlgirtiye, şêniyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dê dakevin qadan û banga kişfkirina rewşa tenduristî û aştiya rêber Ocalan bikin.

Partiya Yekitiya Demokratîk(PYD) ya Kantona Girê Spî li bajarê Eyn Îsa tekildarî şewata li Îmraliyê li çarxereya Beça kom bûn û daxuyanî da.

Bi dehan şêniyên bajar, koçberên Girê Spî û navçeya Silûkê bi slogana ‘bi can bi xwîn em bi te re ey serok’tev li daxuyanî bûn. Ewlehiya şêniyan ji aliyên Hêzên Ewlekariya Hundirîn, Trafîk û Hewarî ve hat girtin.

Piştî deqeyeke rêzgirtin endamê Rêveberiya PYD’ê ya Kantona Girê Spî Mustefa Mislim daxuyanî bi zimanê Erebî xwend.

Di daxuyaniyê de hat gotin ku ragihandina şewata li Îmraliyê ji aliyê wezirê Hundirîn ê dewleta Tirk a dagirker ve tê wateya gefxwarina li ser gelan û Rêber Ocalan û wiha berdewam kir: “Rêber Ocalan pêşengtiya bi milyonan kesan dike. Komploya navnetewî bi van şêwazan tê dûbarekirin.  Komplo li ser fikra azad a Rêber Ocalan û projeya Rêveberiya Xweser e. Gelê herêmê wê bersivek herî baş bide vê komploya qirêj. Heya Rêber Ocalan bi fizîkî azad nebe em nasekinin ku azadiya wî ya fizîkî azadiya gelan e. Di demeke lêz de divê hevdîtin bi Rêber Ocalan re çêbibe û dewleta Tirk a dagirker bi van dev ji van şêwazên qirêj berde. Di dîrokê de ev kiryarên qirêj tê nivîsandin û wê hesab were pirsin. Bi fikra Rêber Ocalan re me DAIŞ têk bir û Rêveberiya Xweser ragihand. . Em wekî gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê li dijî komployan bi yekdestî ku bi saya fikra Rêber Ocalan pêk hat, helwestên xwe diyar dikin.”

Her wiha bang li  CPT’ê dikin ku divê lez têkeve devrê û rewşa Rêber Ocalan zelal bike.

Daxuyanî bi slogana ‘Bijî Serok APO’ û tililiyên dayikan bi dawî bû.

ANHA


Mijarên Din