Sewqiyatên nû yên dewleta Tirk li Idlibê û topbaranên hikumeta Şamê

Artêşa Tirk hîn jî sewqiyatên leşkerî dişîne herêma Idlibê û hêzên hikumeta Şamê jî çiyayê Zawiyê topbaran dike.

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR) îro ragihand ku hêzên hikumetê bajarok û gundên çiyayê Zawiyê topbaran kirin û nuqteyên li Fetîra, Kensefra, Sifûhin û Filêfil dike armanc û tu agahî li ser windahiyan tune ne.

Di heman çarçoveyê de hêzên artêşa Tirk gelek sewqiyat derbasî herêma Idlibê kirin û îro SOHR`ê daxuyand ku derdora 30 wesayitên ku lojistîka leşkerî bar kiribû, bi rêya dergeha Kefer Losîn a li bakurê Idlibê ber bi nuqteya dewleta Tirk a li herêmê ve çû.

Ji destpêka agirbesta nû ve hejmara wesayitên dewleta Tirk ên derbasî xaka Sûriyê bûne gihaşt 6 hezar û 430 wesayitî û bi hezaran leşkerî.

SOHR`ê duh ragihandibû ku li eniyên gundewarên bakurê rojhilatê Laziqiyê leşkerekî hêzên hikumeta Şamê hatiye kuştin û çeteyên li Sehil El-Xab jî bi hewanan komên hêzên hikumetê yên li eniyên li gundewarên bakurê rojavayê gundewarê Hemayê dike armanc.

(eh)


Mijarên Din