Seyda: Nêrînên Ocalan çareseriya hemû aloziyên Sûriyeyê ne

Siyasetmedar Mehmûd Seyda got, nêrînên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tekane rêya çareserkirina pirsgirêkên Rojhilata Navîn û aloziya Sûriyê ye.

Parêzerên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan encmaên hevdîtinên 22‘yê Gulanê ku bi muwekîlê  xwe re pêk anî bûn û di 26‘ê Gulanê de eşkere kirin. Li gor parêzeran Ocalan di daxuyaniyê de bang li çalakgerên greva birçîbûnê û rojiya mirinê kir ku çalakiya xwe bi dawî bikin, her wiha Ocalan got " Heger derfet çêbibe dikare roleke erênî di çareserkirina pirsgirêkên Sûriyê de jî bilîze."

Rêveberê Partiya Demokratîk a Kurd li navçeya Dirbêsiyê Mehmûd Seyda girêdayî daxuyaniya dawî ya Rêberê Gekê Kurd Abdullah Ocalan ji ANHA‘yê re axivî û anî ziman ku nêrînên Ocalan tekane rêya aştiyê û çareserkirina pirsgirêkên Sûriyê û tevah Rojhilata Navîn e.

Seyda bi bîr xist ku greva birçîbûnê ya Leyla Guven û hevalên gihişt armanca xwe û rola di rakirina tecrîda li ser Ocalan de lîst. Her wiha got, grava biçîbûnê asta israr û îradeya jin Kurd xuya kir û Tirkiyê xist krîzeke kûr.

Mehmûd Seydo di berdewama axaftina xwe de, li hemberî siyasetên Tirkiyê yên li dijî gelê Kurd banga yekitiyê û lidarxistina Kongreya Netewî ya Kurdistanê li hemû aliyên Kurdî kir û got, yekitî rêya azadiya gelê Kurd û Ocalan e.

Der barê daxuyaniya Ocalan a girêdayê çareserkirina aloziya Sûriyê de, Seyda anî ziman ku fikr û felsefeya Ocalan banga aştî, hezkirin û biratiya gelan dike û wiha domand: "Divê em peyama wî baş fam bikin, ji ber ku rola Rêbertî di çareserkirina aloziya Sûriyê û Rojhilata Navîn de erênî ye, banga Ocalan daxwaza me banga me hemûyan e."

Seyda destnîşan kir ku Ocalan ne tenê banga mafên gelê Kurd dike û da zanîn ku armanca wî hemû gelên bindest mafên xwe bi dest bixin.

Rêveberê Partiya Demokratîk a Kurd li Sûriyê yê Buroya navçeya Dirbêsiyê Mehmûd Seyda di dawiya axaftina xwe de got: "Em siyaseta dewleta Tirk baş fam dikin, dewleta Tirk her tim hewl dide dagir bike, wêran bike û kuştinê bike. Em gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê gelekî aştiyan e, em şer naxwazin. Di qenata min de heger em li ser xeta Ocalan bimeşin em ê çareseriyê ji aloziya Sûriyê re peyda bikin."

ANHA

 


Mijarên Din