Seydayê Dilbirîn hate oxirkirin

Şêniyên bajarê Qamişlo helbestvan û rewşenbîrê kurd Seydayê Dilbirîn ku endamê Yekitiya Rewşenbîrên Herêma Cizîrê bû, îro oxir kir.

Helbestvanê kurd Seydayê Dilbirîn, ku hevalên wî wek “Aşiqê Kurdistanê” bi nav dikir, îro sibehê di encama nexweşiyê de wefat kir. Seydayê Dilbirîn li Goristana Şehîd Beşîr a taxa Hilîliyê hate oxirkirin.

Heval û malbata helbestvan Seydayê Dilbirîn li pêşiya Mizgefta El-Wehdê (Qasimo) ya bajarê Qamişlo kom bûn, li wir cenaze girtin û bi karwanekî trimbêlan berê xwe da Goristana Şehîd Beşîr a li taxa Hilîliyê ya Qamişlo. 

Hevserokê Yekitiya Rewşenbîrên Herêma Cizîr Ebûd Meqso li goristanê ji ajansa me re got: “Em matmayî û xemgîn in bi xebera wefata hevalê me Seydayê Dilbirîn. Dilbirîn xwedî rol bû di şoreşa Rojava de.”

Meqso di berdewama axaftina xwe de wiha got: “Helbestvanê Kurd Seydayê Dilbirîn di hemû merasîmên şehîdan de helbest li ser şehîdan digotin, bi rizgarkirina her bajarekî Rojava de helbest li ser bajarên rizgarkirî û YPG û YPJ`ê dinivîsandin.”

Her wiha endamê Yekitiya Rewşenbîrên Herêma Cizîrê Hecî Beşîr jî axivî û wiha got: “Seydayê Dilbirîn dermanê êşê di aliyê nivîsandina helbestan de, her wiha roleke mezin di Yekitiya Rewşenbîran de lîst.”

Beşîr helbestvanê Kurd Seydayê Dilbirîn wek “aşiqê Kurdistanê, şagirtê dibistana Tîrêj û Cegerxwîn” bi nav kir.

Paşê cenazeyê helbestvan Seydayê Dilbirîn bi merasîmeke olî spartin axê.

(jo)

ANHA


Mijarên Din