​​​​​​​Seydayê Tîrêj…

Seydayê Tîrêj yek ji helbestvanên Kurd ên nûjen e ku mohra xwe li helbesta Kurdî xistiye û pirtûkxaneya wêjeyî ya Kurdî zengîn kiriye.

Tevî siyasetên zordariyê ku gelek sedsalan li ser Kurdan hatiye meşdandin jî, lê belê gelê Kurd parastina ziman û wêjeya xwe kir û gelek wêjevan, nivîskar û helbestvan xiste xizmeta ziman û wêjeya Kurdî.

Mele Nayîf Heso ku bi navê "Seydayê Tîrêj" tê bi navkirin, sala 1923`an li gundê Necmûk yê girêdayî Qamişlo ji dayîk bûye. Seydayê Tîrêj pirtûkxaneya Kurdî bi sedan helbestan zengîn kir û mîrasekî çandî û wêjeyî li pey xwe hişt da ku ji nifşên nû re bibe çavkanî.

Di 6 saliya wî de malbata Seydayê Tîrêj diçe gundê "Sê Mitkê Newaf" yên girêdayî bajarê Amûdê. Li wê derê li ser destê melayê gund "Mele Ibrahîm Gulî" fêrî xwendin û nivîsandinê bûye û Quran ezber kiriye, her wiha zimanê Erebî û zanistên ola Îslamî xwendiye.

Di sala 1937`an de berê xwe daye bajarê Amûdê da ku xwendina xwe temam bike û li wê derê 5 salan xwendiye.

Wê demê Seydayê Tîrêj gelek wêjevan, rewşenbîr û helbestvanên Kurd ên dema xwe wekî; Cîgerxwîn, Nûredîn Zaza, Hesen Heşyar, Qedrî Can û hwd.. nas kiriye û pê bandor bûye. Ji wê demê de jî dest bi nivîsandina helbestan bi zimanê Kurdî kiriye.

Di sala 1952`an de hêzên ewlehiya rejîma Baasê helbestvan Seydayê Tîrêj girt û komhelbesteke wî desteser kir. Ji ber vê yekê gelek helbestê wî wê demê wenda bûn.

Navê wî "Tîrêj" ku wateya deziyên rojê yên destpêkê dide, li gelek bajarên Kurdistanê belav bû û helbestên wî di nava gelê Kurd de belav kir.

Helbestvan Seydayê Tîrêj di nivîsandina helbeseta bi qelîte û qafiye de ku hemû mijarên civakî û dozên neteweyî û niştîmanî, her wiha evînî û xwazayê Kurdistanê digire dest, rêya hevalê xwe Cîgerxwîn şopand.

Helbestvan Seydayê Tîrêj di jiyana xwe de bi sedan helbest nivîsandin ku di 3 komhelbestên bi navên "Xelat, Zozan, Cûdî" hatin komkirin ku tê de hezkirina wî xwe ji Kurdistanê re reva dike. Ji ber ku her komhelbestek li ser navê çiyayekî kuristanê ye. Her wiha gelek hunermendên Kurd helbestên Tîrêj gotine.

Hin destanên Kurdî kirine beytên helbestan, wekî destana "Siyabend û Xecê" ku kir 335 beytên helbestan û romana Sîpan û Perwînê di 400 beytên helbestan de kom kir.

Her wiha belgeya jidayîkbûna pêxember ji bo Kurdî werger kiriye û gelek helbestên din nivîsîne ku hê jî nehatine çapkirin.

Tîrêj di piraniya helbestên xwe de banga serhildanê û şikandina tirsê li ciwanên Kurd kiriye û helbestên li ser jinê jî nivîsîne.

Di rêwîtiya xwe ya wêjeyî de ku 79 salan dewam kir, li pey xwe mîrasekî mezin ê çandî û bi hezaran dildarên helbestên wî yên taybetmendiya xwe ji xwazaya Kurdistanê ya çiyayî girtine, hişt.

Helbesta wî ya bi navê "Ey bilbil" roleke mezin di bi nav û dengkirina wê helbestê şoreşgerî û evînî de lîst, ku tê de piştî ku welatê wî bi wehşên dinyayê tê dorpêçkirin bang li bilbilekî dike ku bi dengê xwe yê xweş bistirê û piştre jê dixwaze ku ji ser darê dakeve da ku jê re behsa şoreşa rizgariyê bike.

Ezîz Hecî Mûrad ku mamosteyê zimanê Kurdî û nivîskarê çîrokanên Kurdî ye dibêje Seydayê Tîrêj ji bo wî dibistaneke û di parastina çanda Kurdî de xwedî roleke mezin e.

Mûrad got: “Ne ji Seydayê Tîrêj û helbestvanên Kurd ên beriya wî bûya, wî îro nikarî bi zimanê xwe yê dayîkê bixwenda û çîrok û helbest binivîsnadana. Her wiha diyar kir ku helbestên wan li pey xwe hiştine mîrasekî giranbuha ye û divê her kes parastina wan bike.”

Helbestvan Seydayê Tîrêj di 23`ê Adara 2002`an de bi temenê 79 saliyê, jiyana xwe ji dest da. Piştî ku pirtûkxaneya Kurdî bi helbest û berhemên xwe yên wêjeyî zengîn kir. Bi vê yekê ji bo xwendekarên wêjeya Kurdî yên nifşên nû, Tîrêj dibe çavkaneke dewlemend.

(cx)

ANHA


Mijarên Din