Sîham Hemo: Helwesta gelê me li dijî êrişên dagirkeriyê pir xurt e

Hevseroka Meclisa Qanûnsaz a Minbicê û gundewarê wê Sîham Hemo diyar kir ku ew li hember her cure êrişan amade ne ku parastina herêmên xwe bikin û destnîşan kir ku Erdogan bi gefên êrişê hewl dide hundir Tirkiyê binixumîne.

Sîham Hemo di çarçoveya civînên Rêveberiya Sivîl a Demokratîk ku ji 7’ê Mijdarê ve li bajarê Minbicê û gundewarê wê ji bo gel li dar dixin de, ji ajansa me re axivî.

Sîham Hemo da zanîn ku ev civîn ji bo agahdarkirina şêniyên Minbicê û gundewarê wê li ser rewşa siyasî û geşedanên heyî û hişyarkirina wan li hemberî gefên dewleta Tirk tên lidarxistin.

https://www.hawarnews.com/ar/uploads/files/2021/11/21/082212_sham-hmw.jpg

Sîham Hemo wiha piştrast kir: "Em wekî Rêveberiya Sivîl a Demokratîk û hêzên leşkerî amade ne ku her êrişeke li ser herêmê têk bibin û ji bo aramî û ewlehiya herêmê têdikoşin. Di civîna de gelê me jî piştgiriya xwe ji bo Rêveberiya Sivîl a Demokratîk û berxwedana li dijî dagirkeriyê piştrast dikin."

Sîham Hemo wiha domand: "Armancên dagirkeriya Tirk eşkere bûne û ji dema rizgarkirina Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji çeteyên DAIŞ'ê ve metirsî hene, ev yek nîşan dide ku Tirkiye li herêmê piştgiriyê dide rêxistinên terorîst. Îsbata herî mezin a vê yekê ku ji dema ku ev herêm hatin rizgarkirin ve, Tirkiye rasterast destwerdana xaka Sûriyê dike û herêmê dagirk dike."

Sîham Hemo diyar kir ku gefên Tirkiyê di vê demê de ji bo nixumandina aloziya siyasî û aborî yên li hundirê Tirkiyê ne. Her wiha bi behaneya parastina sînorên xwe bi Sûriyê re hewl dide êrişan pêk bîne. Lê her kes dizane ku Tirkiyê çete şandin Lîbya, tevî k utu sînorên Tirkiyê bi Lîbayê re tune ne.

Hevseroka Meclisa Qanûnsaz a Minbicê û gundewarê wê di dawiya axaftina xwe de xîtabî gel kir û wiha got:"Divê em ji dersên berê tecrebeyan werbigirin û di navbera Bakur û Rojhilatê Sûriyê û herêmên di bin kontrola dewleta Tirk de hervrûkirinekê çêbikin; li wan herêman jiyan tune ye, dizî, talanî û revandin rojane berdewam e, li hemû herêmên dagirkirî ne aramî, ne istîqrar û ne jî ewlehî heye. Lê li herêmên me rewş xuya ye û hemû gelê me bi xwe dibîne."

(dx)

ANHA


Mijarên Din