GIRÊ SPÎ
Meclîsa Sûriya Demokratîk (MSD) civîna xwe li navenda MSD'ê ya navçeya Eyn Îsa ya girêdayî kantona Girê Spî bi armanca avakirina Rêveberiya Xweser a hevbeş ji bo Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê didomîne.
Piştî ku axaftinên di civînê de bidawî bûn, Sîham Qeryo ji pêkhateya Suryan û parêzer Ferîd Etî ji bjaarê Kobanê weke hevserokên Meclîsa Giştî ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hatin hilbijartin. Di civînê de her wiha 5 endamên Dîwana Giştî ya Meclîsa Giştî hatin hilbijartin.
Tê payîn ku Meclîs encamnameya dawî di van saetên pêş de derbixîne.
ANHA