Sîhanok Dîbo: 5 hezar vexwendin ji êlên herêmên Sûriyê re hatin şandin

Sîhanok Dîbo diyar kir ku komîteya amadekar a Foruma Êlên Sûriyê, vexwendname ji tevahî êlên Sûriyê bi hemû cihêrengiyên xwe yên etnîkî û neteweyî re, rê kir. Hemû êl vexwendname pejirand. Sîhanok wiha got :"Piraniyên ku vexwendname ji wan re hatine rêkirin, ji hundirê Sûriyê û diyar kir ku rejîma Sûriyê astengiyan li baramber beşdarbûna di forumê de çêdike."

Melîsa Sûriye Demokratîk amadekariyên lidarxistina Foruma Êlên Sûriyê dike. Li gorî komîteya amadekar diyar kiriye ku nêzî 5 hezar vexwendname li rûspiyên êlên di hundirê Sûriyê de ne hatine şandin.

Endamê Meclisa Rêveber ê MSD’ê û endamê komîteya amadekar a Foruma Êlên Sûriyê ku dê di 3’yê Gulanê de li navçeya Eyn Îsayê ya Bakur û Rojhilatê li dar bikeve, ji ajansa me ANHA’yê re axivî û da zanîn ku forum di çarçoveya plan, bername û stratejiyên ku ji hêla MSD’ê ve hatin amadkirin, wê were lidarxistin, ew jî piştî têkbirina çeteyên DAIŞ’ê li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriye ye.

Sîhanok Dîbo diyar kir ku xala bingeh ji lidarxistina vê forumê re ew e ku ziwakirina kanî, çavkaniyên fikrî û zihnî yên çeteyên DAIŞ’ê li herêmê ye, xala duyemîn qutkirina ajandeyên herêmî yên ku destwerdana Sûriyê dikin, bi taybet piştî binkeftina civînên Astana û derketina gelek nakokî di navbera garantorên Astanayê de ye û wiha dewam kir: Tevahî dizanin ku Tirkiyê bi rêya civînên Astanayê gelek herêmên Sûriyê di pêşîn de Efrîn, dagir kirin. Garantorên Astanayê projeyên wan ên taybet hene. Rojane ji çareseriya aloziya Sûriyê dûr dikevin.

 ‘Giştî li ser parçekirina serkeftin û destkeftiyên hatine bidestxistin, li hev kirine’

Dîbo anî ziman ku garantorên Astanayê ji bo xizmeta rejîma Sûriyê ya ku bi xwe parçe bûye, lihev kirine û  got: "Tevahî li ser parçekirina serkeftin û destkeftiyên ku hatine bidestixtin, li hev kirine." Dîbo bi van serkeftinan îşaret bi Bakur  û Rojhilatê Sûriyê kir.

Dîbo derbarê lidarxistina vê forumê diyar kir ku ji bo xurtkirin û geşkirina rêvebertiyê û rêvebirina pêkhateyan e,  tê de rêveberiya êlan di nava meclisên ku li herêmê hatin avakirin de cih bigirin, her wiha ji bo pêşxistina binesaz û aliyên xizmetguzariyê ku hemû gel li Bakur û Rojhilatê Sûriyê êşa wê dikişînin, ev forum tê lidarxistin.

Di dawiyê de Sîhanok Dîbo diyar kir ku komîteya amadekar a Foruma Êlên Sûriyê , vexwendname ji tevahî êlên Sûriyê bi hemû cihêrengiyên xwe yên etnîkî û neteweyî re, rê kir û got: “Hemû êl vexwendname pejirand. Piraniyên ku vexwendname ji wan re hatine rêkirin, ji hundirê Sûriyê û diyar kir ku rejîma Sûriyê astengiyan li baramber beşdarbûna di forumê de çêdike."

(fr)

ANHA


Mijarên Din