Sibê dê yekemîn Komxebata Navneteweyî li Cîhanê der barê DAIŞ`ê were lidarxistin

Navenda Rojava ya Lêkolînên Istratejîk (NRLS) Komxebata Navneteweyî ya derbarê çeteyên DAIŞ`ê (Rehend, astengî û stratejiyên rûbirbûnê ) sibe li bajarê Amûdê li dar dixe û dê heta 8`ê meha Tîrmehê dewam bike.

Di komxebata ku dê 3`ê rojan dewam bike de, wê li şahidên zindî yên qurbaniyên terora DAIŞ`ê , werin guhdarkirin. Her wiha wê der barê DAIŞ`ê de, dê 7 rûniştin werin lidarxistin.

Di van rûniştinan de dê aliyê dîrokî, siyasî, leşkerî, ewlehî, aborî, civakî, olî, çandî, jin bi çavê terora DAIŞ`ê, çareserî û pêşniyarên ji bo çareserkirina terora û aliyê hiqûqî ji terora DAIŞ`ê werin gutubêjkirin. Di her rûniştinê de, wê nîqaş werin kirin.

Bi sedan ji kesayatên payebilind, akademisiyan, lêkolîner, siyasetmedar, rojnamevan û oldar ji tevahiya cîhanê wê beşdarî komxebatê bibin.

(eh)


Mijarên Din