Sibê şêniyên herêma Cizîrê li qadan in

Hevserokê meclisa navçeya rojhilat a Qamişlo bang li şêniyên herêma Cizîrê kir ku beşdarî çalakiya şermezarkirina êrîşên artêşa Tirk a dagirker ên li ser herêmên Parastina Medyayê û Başûrê Kurdistanê, bibin.

Meclisa kantona Qamişlo û Kongreya Star derbarê êrîşên artêşa Tirk a dagirker û bêdengiya navnetewî hember kiryarên dewleta Tirk, her wiha binpêkirinên li ser şêniyên bajarê Efrînê ku tê kirin û paşguhkirina PDK`ê, çalakiya şermezkirinê lidar dixe.

Çalakî dê li navçeya rojhilatê kantona Qamişlo pêk were. Dê hemû şêniyên herêma Cizîrê beşdar bibin. Dê çalakî di roja Çarşemê (25’ê Hezîranê) di seat 16.00’andest pê bike.

Hevserokê navçeya rojhilatê kantona Qamişlo Nûrî Îbrahîm ji ajansa me re got: "Armanca çalakiyê, şermezarkirina êrîşên dewleta Tirkiyê ser herêmên Xakûrik û Biradostê yên herêmên Parastina Medyayê û êrîşên ser Başûrê Kurdistanê ye."

Îbrahîm destnîşan kir ku armanca çalakiyê her wiha ji bo bêdengiya navnetewî hember kiryarên Tirkiyê li bajarê Efrînê û şideta ku çeteyên dewleta Tirkiyê ji kuştin, revandin û destdirêjiya şêniyên bajarê Efrînê dike ye.

Nûrî Îbrahîm da xuya kirin ku paşguhkirina PDK`ê hemberî kiryaran û di vê pêvajoya hesas de li kêleka dijminê gelê Kurd disekine, xiyanet e.

Di dawiya axaftina xwe de, Nûrî bang li şêniyên herêma Cizîrê kir, ku beşdarî çalakiya ku dê siba li taxa Hîlaliyê qada şehîd Xebat bê lidar xistin, bibin.

(jo)

ANHA


Mijarên Din