Sibe dê komxebata yekemîn a Meclisa Jinên Sûriyê were  lidarxistin

Koordînasyoa Giştî ya Meclisa Jinên Sûriyê ragihand ku dê sibe  bi dirûşmeya "Jin, ol û diyalektîka desthilatdarî û azadiyê" komxebata yekemîn were lidarxistin.

Meclisa Jinên Sûriyê yekemîn komxebata xwe sibe li navçeya Eyn Îsa ya kantona Girê Spî bi dirûşmeya " Jin, ol û diyalektîka desthilatdarî û azadiyê" lidar bixe. Dê tevlîbûneke berfireh ji jinên hemû bajar û herêmên Sûriyê çêbibe.

Di vê çaroçoveyê de Koordînasyona Giştî ya Meclisa Jinên Sûriyê Lîna Berekat ji ajansa me ANHA`yê re axivî.

Lîna Berekat got: “Piştî têkçûna DAIŞ’ê pir giringe ku komxebatên li ser lêkolîn derbarê rewşa jinan de, pê bên.”

Der barê armanca komxebatê de Lîna Berekat wiha got:"Ji bo mekanîzme û sedemên tûndrawê werin fêmkirin. Çima li herêma Rojhilata Navîn û cîhanê belav bûye. Cûdatiya di navbera tûndrawî û terorîzmê de çiye? Rewşa jinan di navde. Ev hemû pêwîstiya wan bi lêkolîn û diyalogê heye. Ev armancên girîng ên komxebatê ne."

Lîna Berekat got wan Meclis, rêxistinên jinan, partî, jinên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê her wiha jinên ji bajarên Sûriyê mîna bajarên berava Sûriyê, Şam û Siwêda ji bo komxebatê hatine vexwendin.

Lîna Berekat destnîşan kir ku gelek jin dê beşdarî komxebatê bibin da ku çareseriyeke bingehîn û gavên cidî ji hemû pirsgirêkên ku komxebat ji bo wan dê were lidarxistin, daynin.

Lîna Berekat hêvî kir ku çareseriyên bingehîn bi rêya diyalogan re were dayîn û bi rêya diyalogê hevkarî di navbera hemû deste û kesayetên ku beşdar bibin de, hebe. Her wiha Lîna destnîşan kir ku diyalog bi xwe re çaresriyan ji bo pirsgirêkên ku dê werin nîqaşkirin û xebat li ser wan were kirin, bi xwe re bîne.

Di dawiyê de Koordînasyona Giştî ya Meclisa Jinên Sûriyê Lîna Berketa wiha got: “Wek ku çawa Sûriyê terorîstên DAIŞ`ê têk bir, Sûriyê dê bibe çavkaniya firkên nûkirî. Dê xwendineke bi kurahî li ser mijara ol deyne ku ev xwendin bi rihê wekhevî û muslimatiya rast guncaw be, muslimatiya rast ku banga wekhevî, rêzdariya ji rûmeta mirov re dike çi mê çi jî nêr.”

(bx)

ANHA


Mijarên Din