Sibe li Bexdayê kongreya parlementeran tê lidarxistin

Navenda Ragihandina Çapemeniyê ya Meclisa Parlementerên Iraqê ragihand ku li ser xwesteka Serokê Meclisa Parlementerên Iraqê Mihemed Helbûsî, dê roja Şemiyê li Bexdayê bi dirûşmeya "Iraq..aramî û pêşxistin" kongreya parlementerên dewletên cîranên Iraqê were lidarxistin.

Raporên çapemenî destnîşan kir ku serokên parlementerên dewletên cîranên Iraqê (Îran, Arebistana Siûdî, Kiwêt, Urdun, Sûriyê û Tirkiyê) dê beşdarî kongreyê bibin.

Serokê Şêwermendan li Îranê Elî Larîcanî lêborîna xwe xwest û got ew ê cîgirê xwe li şûna xwe bişîne kongreyê.

Li gorî Endamê Komîteya Têkiliyên Derve ya Meclisa Parlementerê Iraqê, cîgir Eqbal Abidhisên dê di kongreyê de mijarên girîng girêdayî berjewendiyên Iraq û dewletên cîranên wê derxe pêş.

(bx)


Mijarên Din