Siûdî û Îmaratê komîteyek ava kir

Ajansa nûçeyan a Siûdiyê diyar kir ku koalîsyona bi serkêşiya Siûdiyê li Yemenê komîteyek di navbera Erebistana Siûdî û Îmaratê de ava kir, da ku agirbesta li parêzgeha Şebwayê û Abîn ên Yemenê pêk bînin.

Berdevkê hêzên Koalîsyona Erebî Tirkî El-Malikî got komîte dê roja duşemê dest bi kar bike, her wiha hikumeta Siûdiyê û Îmaratê bi rêya daxuyaniyeke hevpar banga hevkariyê bi komîteya hevbeş kir, da ku şer çareser bikin û ji nû ve hêzan belav bikin. Ew yek di çarçoveya keda leşkerî ya hêzên koalîsyonê de pêk tê.

Di daxuyaniya wezaretên derve yên her du welatan de bang hate kirin ku di zûtirîn dem tev li diyaloga Cedê ku Siûdiyê banga wê kiribû, bibin.

Daxuyaniyê her wiha got her du welat teqez dikin ku hemû keda xwe ya siyasî û leşkerî û alîkariyê bi beşdarbûna dewletên koalîsyonê dewam bikin.

 


Mijarên Din