Siûdiyê 2 moşek bê bandor kirin û Hûsiyan deverên Heceyê kontrol kirin

Hêzên Parastina Ezmanî yên Erebistana Siûdî duh 2 moşekên ku ji ezmanê bajarê Taîfê ber bi Mekkeyê ve hatin avêtin, her wiha ya din jî li ezmanê bajarê Cede bê bandor kirin. Di heman demê de hêzên Hûsiyan deverên rojhilatê Heyran ên li parêzgeha Hece kontrol kirin. 

Parêzvanên Ezmanî yên Erebistana Siûdî 2 moşekên balîstîk ku ji ezmanê bajarê Taîfê û ber bi Mekkeyê ve diçû û her wiha ya din jî li ezmanê bajarê Cedeyê bê bandor kirin. Di vê derbarê de El-Erebiyê Net ragihand ku Erebistana Siûdî têkildarî mijarê hîn daxuyaniyeke fermî nedaye.

Têkildarî mijarê tora Net a girêdayî Hûsiyan ragihand ku Hêzên Hûsî  dema êrîş bir ser rojhilatê Heyran ê girêdayî parêzgeha Hece, dîsa  dever û gir xistin bin serweriya xwe.

Her wiha çavkaniyeke leşkerî tekez kir ku operasyona li rojhilatê Heyran ji 3 aliyan ve pêk hat û di encamê de gelek leşkerên artêşa Yemenê birîndar bûn û hatin kuştin ku hin ji wan jî serbazên tûgayê û malbatên din in.  

Li Yemenê 24 milyon kes pêwîstiya wan bi parastin û alîkariyên xwarinê heye. Neteweyên Yekbûyî ragihand ku ji nav van kesan 14.3 milyon kes bi awayekî lezgîn pêwîstiya wan bi xwarinê heye.

Hêjayî gotinê ye ku ji 2014`an ve ji ber rewşa şerê di navbera hêzên Hûsî ku piştgiriya xwe ji Îranê digirin û artêşa Yemenê de ku ji aliyê Koalîsyona Erebî ya bi serkêşiya Erebistana Siûdî de bi hezaran mirov hatin kuştin.

(eh)


Mijarên Din