Siûdiyê destwerdana Tirkiyê li Sûriyê û piştevaniya tundrawên li Lîbya û Somaliyê red kir

Wezîrê karên derve yê Erebistana Siûdiyê Adil El-Cubêr dewleta Tirk tawanbar kir û piştrast kir ku Erebistana Siûdî destwerdana Tirkiyê li Sûriyê û piştevaniya milîsên tundraw ên li Lîbya û Somaliyê red dike.

El-Cubêr di civîneke çapemeniyê de der barê serdana wî ya paytexta Romanyayê Bukreştê de ku rayedarên li wir îro bibîne, wiha piştrast kir: "Em destwerdana dewleta Tirk a li Sûriyê red dikin û her wiha piştevaniya wê ya milîsên li Somalî, Sûriyê û Lîbyayê jî red dikin."

El-Cubêr metirsiya welatê xwe der heqê veguhastina çeteyên biyanî ji Sûriyê ber bi Lîbyayê ve eşkere kir û got dê bandorên wê li ser Ewropayê jî hebin û wiha destnîşan kir: "Erebistana Siûdî tu aliyekî li ser hesabê aliyê dîtir di şerê li Lîbyayê de nagire û her wiha di vê derbarê de Hefter û El-Sîrac agahdar kirin ku çareyeke siyasî pêwîst e."

Têkildarî Yemenê jî El-Cubêr wiha anî ziman: "Me şerê li Yemenê nedixwest, destwerdana me tenê ji bo rawestandina Hizbullah û Hûsiyan bû û daxwaza me aramiya li wir e."

Destwerdana dewleta Tirk li Sûriyê, Lîbya û dewletên dîtir bû sedema hêrsa herêmî û navdewletî.

(fr)


Mijarên Din