Siûdiyê moşeka Husiyan anîn xwarê

Sîstema parastina asmanî ya Erebistana Siûdiyê moşekek balistîk ku Komên Ensarellah El-Husî ber bi Nicranê ve ya başûrê Siûdiyê avêtibû, anîn xwarê.

 Koalîsyona Erebî ku Erebistana Siûdiyê serkêşiya wê dike ragihand ku Husiyan moşekek balastik ji Sada avêtin û li hundirê parêzgehê kete xarê.

Tora Erebiyê ser zimanê berdevkê hêzên Koalîsyonê Tirkî El-Malkî ragihand ku Husiyan roja çarşemê, di saetên piştî nîvro de moşeka balastik ji parêzgeha Sada anku Gerînedeya Sehar avêtin û li hundirê Yemenê anku li parêzgeha Sada, Gerînendeya Sefraa kete xwarê.

Tirkî El-Malkî diyar kir ku hêj Husî qanûnên mafên mirovan binpê dike û nîşana vê yekê bikaranîna moşekên balastik in. Berdevkê hêzên Koalîsyonê Tirkî El-Malkî îşaret bi berdewamiya rawestandina karînên balastîk, parastina sivîlan di Yemenê û parastina ewlekahiya herêmê û navdewletî kir.

Roja sêşemê sîstema parastina asmanî yên Erebistana Siûdiyê 3`yê moşekên balastik ên ku hêzên Husiyan ber bi  asmanê Necranê  ve rêkiribûn, rûxandin.

(eh)


Mijarên Din