Siûdiye: Aramko bi 7 moşekên kirûz û 18 daronên îranî hate hedefgirtin

Wezareta beravanî ya Siûdiyê got moşek û daronên ku avahiyê Aramko kirine hedef çêkerên Îranê ne.

Berdevkê fermî yê wezaretê beravanî ya Siûdiye Tirkî El-Malkî vê êvarê bermahî û parçeyên moşek û çekên ku kargehên şirketa Aramko li rojhilatê Siûdiye kirine hedef pêşkêş kirin.

Di kongreyek çapemeniyê de El-Malkî got êrîşa li dijî avahiyên Aramko ne ji Yemenê bûn ruxmî îdiayên Îranê.

El-Malkî wiha domand: "Êrîş bi rêya 7 moşekên kirûz û 18 daronan ji bakur ne ji başûr ve yanî ne ji Yemenê pêk hat."

El-Malkî got: "Em lêkolînên xwe ji bo diyaririna cihê ku moşek û daron jê hatine didomînin."

Di êrîşê de ku di 14`ê Îlonê de li dijî kargeh û avahiya şirketa Aramko ya Siûdî li herêma Xarîs û Beqîq li rojhilatê Siûdiyê agirên mezin rû dan.

Berdevkê wezaretê beravanî got: "Bê guman êrîş ji bakur bi desteka Îranê pêk hat. Ji ber dûrbûnê û asta çekan a kin ne gangaz e êrîş ji sînorên Yemenê pêk were."

El-Malkî hindek bermahiyên wan çekan pêşendan û destnîşan kir ku moşekek sax beyî ku biteqe û hîna seriyê wê neteqiyaye heye.

Berdefk eşkere kir ku Îranê daronên ji cureya "Dilta Wîng" tevî moşekên kirûz ji cureya "Ya Elî" bi kar anîne, ev cureya moşkan pesdarên îranî di Sibatê de eşkere kiribûn.

El-Malkî got zirarên ku gihaştine avahiyê li rex delîlên ku ji cihê êrîşê kom kirine karînên bi hêz û rastbûna wan çekan diyar dikin.

(şx)


Mijarên Din