Siko: Divê hikumeta herêma Kurdistanê li siyasetên xwe vegere

Koordînerê giştî yê Yekitiya Hêzên Partiyên Kurdî li Rojava Ebdulkerîm Siko bang li hikumeta herêma Kurdistanê kir bi taybet Partiya Demokratîk a Kurdistanê ku li siyasetên xwe vegere û çaranûsa gelê kurd deyne pêşiya tevahiya berjewendiyan.

Di vê dawiyê de dengên kolana kurdî li kurdistanê û derveyî wê bi armanca avakirina yekitî û yekrêziya partî û hêzên kurdistanî piştî êrişa Tirkiyê li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bilind dibin.

Derbarê vê mijarê de koordînerê giştî Yekitiya Hêzên Partiyên Kurdî ya Rojava û sekreterê Partiya Demokratîk a Kurdistanê li Sûriyê Ebdulkerîm Siko destnîşan kir ku doza Kurd êdî bûye mijara qadên navdewletî û wiha domand: "Ev hemû encama fedekarî û deskeftiyên YPG û YPJ`ê ne. Ev hêz ji cîhanê hemû re isbat kir ku doza kurd dozek adil e. Gelê kurd ji bo mafên xwe, peydakirina aştî û jiyana hevbeş tê dikoşe."

Siko di nav gotinên xwe de pesna însiyatîf û bangewaziyên yekrêziya refa Kurd da û bang li tevahiya partî û hêzên kurdî kir ku destê xwe deynin ser wijdana xwe û berê xwe bidin goristanên şehîdan li Bakur û Rojhilatê Sûriyê. Lêgerek kurdî layîqî şervanan ên ku ji bo gel û şênî di nav ewlehiyê de binû bi azadî bijî  canê xwe feda kirine ava bikin.

Siko wiha berdewam kir: "Du însiyatîfên yekirêziya refa kurdî hene yek ji hêla kesên serbixwe ve û ya din ji hêla fermendarê giştî yê Hêzên Sûriye Demokratîk Mezlûm Ebdî ve. Lê Encumena Niştîmanî ya Kurdî bersîva her du însiyatîfan neda, ne erê kir ne jî red kir."

DIVÊ HIKUMETA BAŞÛR LI SIYASETÊN XWE VEGERE

Koordînerê giştî yê Yekitiya Hêz û Partiyên kurd li Rojava û sekreterê Partiya Demokratîk a Kurdistanê li Sûriyê Ebdulkerîm Siko bang li hikumeta başûrê Kurdistanê bi taybet Partiya Demokratîk a Kurdistanê li Iraqê kir ku pêwîst e li siyasetên xwe vegere û çaranûsa gelê Kurd bide pêşiya berjewendiyan. Siko diyar kir ku serdana serokwezîrê hikumeta başûrê kurdistanê ji Enqereyê re ji bo gelê Rojava gelek şermûk e. Gelê Rojava li benda hikumeta başûr bû ji bo ku rolek mezintir li dijî dewleta Tirk bilîze ya ku êrişî Bakur û Rojhilatê Sûriyê dike. Siko bal kişand ser ku dewleta Tirk li dijî gelê Rojava gelek sûc û binpêkirin pêk anîne.

Di dawiyê de Ebdulkerîm Siko hikumeta başûrê Kurdistanê kir ku ji bo yekrêziya refa Kurd rolek mezintir bilîze. Zextê li Encumena Niştîmanî ya Kurdistanê bike ji bo vegere hişê xwe û piştgiriya hêvî û daxwazên gelê bike.

(şx)

ANHA


Mijarên Din