Siko: Rêgirtina li pêşiya avakirina dadgeha darizandina DAIŞ`ê komployek e

Ebdulkerîm Siko pêwîstiya avakirina dadgehekê li herêmên Rêveberiya Xweser ji bo darizandina DAIŞ`ê teqez kir û got ku ne avakirina dadgehê komployek nû ya li dijî gelê herêmê ye.

Serokê Partiya Demokratîk a Kurdistanê li Sûriyê  (El- Partî)Ebdulkerîm Siko destnîşan kir ku daxwaza avakirina dadgehekê ji bo darizandina çeteyên DAIŞ`ê li herêmên Rêveberiya Xweser mafek û daxwazekî rewa ye.

Mêtîngerên Kurdistanê avakirina dadgehekê  ji bo darizandina DAIŞ`ê asteng dikin

Ebdulkerîm Siko destnîşan kir ku Rêveberiya Xweser, partiyên siyasî û rêxistinên sivîl ên Bakurê Sûriyê bang li civaka navdewletî kirin da ku dadgehek ji bo darizandina çeteyên DAIŞ`ê ava bikin û wiha domand: "Hindek dewletan bi taybet pergalên ku Kurdistan mêtînger kirine ji bo berjewendiyên xwe avakirina dadgehekê li Bakurê Sûriyê asteng dikin. Ji ber ku çete ewladên wan in, daxwaza wan tînin cih û di hemêza wan dewletan de hatin perwerdekirin. Ew jî bi hevkariya Rejîma Sûriyê pêk hat."

Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê di 25`ê Adara borî de bang li civaka navdewletî kir ku piştgiriya wê di avakirina dadgehek navdewletî de ji bo darizandina çeteyên DAIŞ`ê bike. Lê heta niha daxwaza Rêveberiyê bê bersîv maye.

Siko di berdewama gotinên xwe de destnîşan kir ku yek ji dewletên herî zêde avakirina dadgehê asteng dikin dewleta Tirk e û wiha dom da axaftina xwe: "Serokkomarê Tirkiyê Erdogan desteka çeteyan kir û bi rêya sînorên xwe çeteyan derbasî Sûriyê kir. Siko wiha berdewam kir: "Erdogan bi rêya vejandina DAIŞ`ê hêvî dike projeya Kurd li Rojava û Bakur û Rojhilatê Sûriyê tune bike û herêmên din ên Sûriyê wêran bike."

Siko tevgerên Tirkiyê yên dawîn li ser sînorên Bakur û Rojhilatê Sûriyê wek hewldanekê ji bo vejandina şaneyên DAIŞ`ê li herêmê bi nav kir.

Girêdayî helwesta cîhanê li hember YPG, YPJ û QSD`ê Siko got: "Dewletên cîhanê bi erkên xwe li hember hêzên leşkerî yên herêmê YPG, YPJ û QSD`ê ranebûn. Ew hêzên leşkerî şerê xetertirîn rêxistina navdewletî yanî DAIŞ`ê kir û tune kir. Ne ji wan hêzan bûya dê terora DAIŞ`ê li tevahî cîhanê belav bibûya."

Delîlên sûcên DAIŞ li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ne

Siko diyar kir ku xeteriya DAIŞ`ê bi rêya şaneyên xwe hîna heye û wiha pê de çû: "Teqînên terorîst ku li herêmê rû didin isbata wê yekê ye. Divê çeteyên DAIŞ`ê li herêmên ku sûc kirine werin darizandin. Tevahiya delîlên wan sûcan li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê hene."

Zêdetirî 6 hezar çeteyên DAIŞ`ê ku jê derdora hezar ji 50 nasnameyên biyanî ne di girtîgehên Rêveberiya Xweser û QSD`ê de girtîne.

Girêdayî mijarê Siko destnîşan kir ku darizandina çeteyên DAIŞ`ê li herêmek din ti encaman pêk nayne û ev tişt anî ziman: "Eger dadgeha darizandina çeteyên DAIŞ`ê li dewletên Ewropayê hate avakirin, dê cihê xwe negire. Ji ber ku isbat û delîlên sûcên ku kirine li cem wan tune ne."

Bi dehan siyasetmedar, dîplomasiyan û lêkolîneran ji 15 dewletên cîhanê yên ku tev li komxebata navdewletî ya girêdayî DAIŞ`ê ya bi sponseriya Navenda Rojava ya Lêkolînên Stratejîk di dema di navbera 6 û 8`ê Tîrmehê de li dar ket, bûne desteka avakirina dadgehan li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û piştgiriya wê bi dadwerên qanûnî yên navdewletî kirin. Komxebata navdewletî ya girêdayî DAIŞ`ê li navçeya Amûde li Bakur û Rojhilatê Sûriyê.

Têkildarî xeteriyên ku dê li herêmê rû bidin eger dadgehek ji bo darizandina DAIŞ`ê nehat avakirin, serokê Partiya Demokratîk a Kurdistanê li Sûriyê (El-Partî) Ebdulkerîm Siko got: "Eger dadgeh ava nebû, wê demê xeterî heye û komployek nû li dijî herêmên me têne plankirin."

(şx)


ANHA


Mijarên Din