​​​​​​​Şikrî Hemo: Aloziya li Zînî Wertê gefê li tevahî Kurdistanê dixwe

Endamê Komîteya Navendî ya Partiya Demokrat a Kurd li Sûriyê Şikrî Hemo got: “Armanca aloziya li herêma Zînî Wertê parçekirin û wêrankirina herêma başûrê Kurdistanê ye. Em bang aliyên Kurdistanî dikin ku li hemberî van planan bisekinin.”

Di demekê de ku tevgera “Partiya Demokrat a Kurdistanê” ya li herêma Zînî Wertê cihê fikaran ji raya giştî ya Kurdî re çêdike, artêşa Tirk a dagirker êrişên xwe yên li ser herêma başûrê Kurdistanê didomîne.

Aliyên siyasî û civakî yên Kurdistanê dibêjin ku dewleta Tirk hewl dide şerekî birakujiyê biafirîne da ku armancên xwe yên dagirkirinê pêk bîne.

Li ser mijarê endamê Komîteya Navendî ya Partiya Demokrat a Kurd li Sûriyê Şikrî Hemo ji ANHA‘yê axivî.

‘DEWLETA TIRK HEWL DIDE BAŞÛRÊ KURDISTANÊ DAGIR BIKE Û DORPÊÇA LI SER ROJAVA GIRAN BIKE‘

Hemo di destpêka axaftina xwe de wiha got: “Dewleta Tirk ji destpêka salên 90‘î de hewl dide herêma Zînî Wertê dagir bike, da ku başûrê Kurdistanê  û nakokiyan di navbera partiyên Kurdistanî de derxîne. Bi taybet ku gelek baregehên wê li başûrê Kurdistanê hene.”

Hemo diyar kir ku aloziya li herêma Zînî Wertê dê bi xwe re nakokiyan di nava tevgera kurdî de derxîne, ji ber vê dewleta Tirk hewl dide serweriy xwe li ser Şengalê ferz bike da ku ambargoy li ser Rojava giran bike.

Hemo axaftina xwe wiha domand: "Divê partiyên kurdî û Kurdistanî li hemberî van planan bisekinin. Ji ber ku dijmin hewl dide bi hemû rêbazan gelê Kurd tune bike, lewra erka partiyên kurdî û Kurdistanî ye ku li dijî van planan xwe amade bikin û têk bibin."

Hemo diyar kir ku pêwîste pirsgirêka li herêma Zînî Wertê bi awayên siyasî û doplomasî were çareserkirin, ji ber ku armanca dewleta Tirk ew e ku hemû destkeftiyên gelê Kurd têk bibin, ev yek di destekayîna wê ya bi rêxistinên terorîst di serî de DAIŞ‘ê de diyar dibe.

‘ARMANC NE TENÊ BAŞÛR E‘

Hemo destnîşan kir ku armanca dewleta Tirk a dagirker ne tenê Başûrê Kurdistanê ye û wiha domand: "Armanca wan her destkeftiyeke gelê li hemû parçeyan tune bike, ev di planên wê yên li dijî Rojava, dagirkirina Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî û guhertina demografyaya Efrînê de eşkere dibe."

Hemo destnîşan kir ku  aloziya li herêma Zînî Wertê dê bandoreke neyinî li rewşa li Rojavayê Kurdistanê bike û got: "Ji ber ku parçeyên Kurdistanê bi hev ve girêdayî ne, ji ber ku Kurdistan bedenek e li gorî berjewendiyên dewletên mêtînger hate parçekirin."

Endamê Komîteya Navendî ya Partiya Demokrat a Kurd li Sûriyê Şikrî Hemo di dawiya axaftina xwe de bang li hemû partiyên kurdî kir ku yekîtiya xwe ava bikin, kongreya netewî ya Kurdistanê li dar bixin da ku lêvegreke siyasî li Rojava were ava kirin û nakokiyên navxweyî çareser bikin û li hemberî planên Tirkiyê bisekinin.

ANHA


Mijarên Din