Simaqa Efrînê diçe Tirkiyê

Çavkaniyên herêmî daxuyand ku dewleta Tirk a dagirker nêzî 500 ton simaq ji Efrîna dagirkirî veguhastin xaka dewleta Tirk.

Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê di dizîn û talankirina berhema çandiniyê ya şêniyên Efrînê ya dagirkirî de berdewam in.

Çavkaniyên herêmî got ku dewleta Tirk û çeteyên wê mewsima simaqê ya kantona Efrînê ya dagirkirî dizîn, heta niha hatiye zêdetirî 500 ton simqas hatiye dizîn.

Li goîr heman çavkanî, mewsima simaqa ku hatiye dizîn yên koçberên Efrînê yên li kantona Şehbayê dimînin.

Çavkanî da zanîn ku çeteyên dewleta Tirk a dagirker hin cotkarên simaqê yên li Efrînê mane, neçar dikin ku mewsima xwe bi buhayekî erzan bifiroşin da ku bi buhayên bilind bifiroşin bazirganan û ew jî dibin Tirkiyê.

Her kîloyek ji simaqê bi 4 hezar lîreya Sûriyê tê firotan, lê li cotkaran tê ferizkirin ku bi buhayê kêmî 2 hezar û 500 lîreya Sûriyê bifiroşin.

(fr)

ANHA

 


Mijarên Din