Şiqêr: Tenê Lîbya wek deriyê Tirkiyê maye

Rojnamegerê tunisî Dr.Ebduleslam Şiqêr got: “Erdogan ji bo ku rêxistina xwe li Lîbyayê bi ser bixe bi hevalbendên xwe yên li Tunisê re dide û distîne. Piştî binketina plana Ixwan li Tunisê tenê  Lîbya li pêşiya Tirkiyê ma ye. Lîbya wê ji Tirkiyê re bibe deriyek da ku derbasî Cezayir û belkî Misr jî bibe.”  

Sandîqe û kesayetên siyasî yên Tunisê nerazîbûnên xwe ji serdana serokê tevgera Nehda El-Xanûşî ji Tirkiyê re û hevdîtina wî bi Erdogan re didin nişan. Di vî warî de rojnamegerê tunisî Dr.Abdulselam Şiqêr ji ajansa me re axivî.

‘ERDOGAN JI BO SERKEFTINA RÊXISTINA XWE LI LÎBYAYÊ BI HEVALBENDÊN XWE YÊ LI TUNISÊ RE DIDE Û DISTÎNE’

Şiqêr di destpêkê de got: "Erdogan ji bo ku rêxistina xwe li Lîbyayê yanî hikumeta Serac bi ser bixe, bi hevalbendên xwe yên li Tunisê yanî Ixwan Musilmîn re dide û distîne. Ev komplo bi armanca tunekirina gelên herêmê û parçekirina Rojhilata Navîn islama siyasî û şepela ixwanî bi kar anîn."

Şiqêr diyar kir ku ji ber berxwedana gelên herêmê ev komplo bi binket. Şiqêr got: “Mîna ku li Misrê piştî serhildana gelê Misrê bi binketiye. Niha tenê Lîbya maye. Lîbya wê ji Tirkan re bibe deriyek da ku derbasî Cezayir û belkî Misr jî bibe.”

Derbarê tevgera Tirkiyê li Tunisê Şiqêr got: "Tunis ji bo Tirkiyê wê bibe rêyek da ku cabilxaneya xwe bi hêsanî derbasî Lîbyayê bike. Ev navaroka serdana Erdogan tevî wezîrê parastinê û serokê istixbarata Tirkiyê  ji serokê Tunisê re ye. Lê piştî ku gelê Tunisê serdan red kir serokatiya komara Tunirsê navaroka serdana Erdogan a biguman derewand."

‘CIVÎNÊN TEVGERÊN IXWAN MUSLIMÎN JI BO AMADEKIRINA KOMPLOYAN LI LÎBYA Û HERÊMÊ BI GIŞTÎ’

Şiqêr di nav gotinên xwe de ev tişt diyar kir: "Piştî wê murşidê ixwanan ê Tunisê li Tirkiyê bi Erdogan û Faêz El-Serac re hat ba hev. Ez bawer nakim ku ji bo çareserkirina aloziya Lîbyayê civiyan bin. Bihaneya min jî ew e ku her sê alî girêdayî Ixwan Musilmîn in. Serokê AKP`ê (partiyek ixwanî ye), Faêz El-Serac nûnerê tevgera Ixwan Muslimîn li Lîbyayê ye û şêx Raşid El-Xanûşî  serokê Partiya Nehda ya ixwanî li Tunisê ye."

Di dawiyê de Şiqêr got: "Yanî hevdîtin ixwanî ye. Xetertirîn sê rêveberên vê rêxistinê civiyan. Da ku komployekê li dijî Lîbyayê û herêmê amade bikin. Lê wan ji bîr kir ku gelên Tunis û lîbyayê biran e. Temen çi dibe bila bibe em tu carî qebûl nakin dest bi Lîbyayê bikin."

(şx)

ANHA


Mijarên Din