'Sirê serkeftinê jiyana hevbeş a di bin banê netewa demokratîk de ye'

Şêniyên navçeya Şedadê diyar kirin ku hevgirtina wan a di bin sîwana netewa demokartîk de sirê serketinê ye û destnîşan kirin ku armanca wan a sereke rizgarkirina herêmê ji dagirkeriya Tirk û çeteyên wê ye.

Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên girêdayî wê bi rêya şaneyên veşartî û ajandeyên ku ji bo berjewendiyên wê kar dikin, hewl da yekitiya netewî têk bibe û fitne û şerê Kurd-Ereban derxîne. Wan şaneyan gelek kesayetên girîng ên qebîlên Ereb kirin hedef. Yê herî dawî serokê qebîleya El-Igêdat Metşer El-Hefel bû. Piştî kuştina şêx El-Hefel dê fitneyeke mezin derketiba, lê belê zanabûna eşîran rê li wê yekê girt.

Şêniyê bi navê Fadil El-Hisên wiha got: "Em kiryarên Tirkiyê û çeteyên wê şermezar dikin. Em piştrast dikin ku planên wan eşkere ne û wekî gelên herêmê em ê rê nedin ku pîroziyên me û destkeftiyên şoreşê werin têkbirin."

El-Hisên daxuyand ku ew bi saya netewa demokratîk bi hêz in û wiha dewam kir: "Îro em ji berê bi hêztir in. Ji ber ku em bi saya fikr û felsefeya Rêber Ocalan di bin sîwana netewa demokratîk de dijîn. Em ê rê nedin kesî ku ewlehiya herêmên me têk bibin û em ê bi hev re parastina xaka xwe bikin."

El-Hisên îşaret bi binpêkirin û kiryarên li herêmên Serêkaniyê û Girê Spî û herêmên sînorî pêk tên, kir û wiha got: "Sûcên pêk tên dikevin asta "qirkirina etnîkî" û asta sûcdarî û qirêjbûna çeteyan û siyaseta Tirkiyê, diyar dikin."

El-Hisên destnîşan kir ku li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ew xwedî hebûna siyasî ne û herêm û saziyên xwe bi xwe bi rêve dibin û bi xwe çarenûsa xwe diyar dikin.

El-Hisên her wiha biryarên aliyên derve red kir û got: "Biryarên ku aliyên derve didin, îradeya gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê temsîl nake û ew red dikin. "

El-Hisên xwest ku nûnerên Rêveberiya Xweser li qada navneteweyî hebin da ku rastiya li ser erdê û çareseriyên bingehîn ên li herêmê ji bo pêkanîna diyaloga Sûrî-Sûrî ku hemû aliyan digire nava xwe, ragihînin.

Şêniyê bi navê Salih El-Elî jî destnîşan kir ku ciwanên eşîran zana ne û haya wan ji hemû planên li dijî xaka wan heye û wiha got: "Bûyerên ku li herêmên dagirkirî beriya çend mehan pêk hatine, vê yekê piştrast dikin. Em rê nedin kesî ku yekitiya netewî tê bibe."

El-Elî bi navê ciwanan û eşîran soz da şêniyên herêmên dagirkirî ku herêmên wan ji bin serweriya çeteyan derxînin.

(cx)

ANHA


Mijarên Din